Heyeta Îmraliyê li benda bersîva Wezîrê Dadê ye 2017-10-27 09:41:40 ENQERE – HDP ji bo biçe Îmraliyê bi Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re hevdîtin çê kiribû, lê belê heta niha tu bersiv wernegirtin. Her wiha ji hevdîtina duyemîn a bi wezîre re jî tu tişt dernektin.  Nîqaşên der barê şert û mercên ewlehî û tenduristiyê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, şik û gumanên civakê zêde kirin. Têkildarî vê rewşê bi hefteyane HDP bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê çê dike, lê belê heta niha ji aliyê wezaretê ve tu bersiv nehatine dayîn. Piştî nûçeyên der barê jiyana Ocalan de derketin, heyeta Îmraliyê ya HDP’ê bi Wezîrê Dadê Abdulahmit Gul re hevdîtîn çê kir. Di hevdîtinê de heyetê xwest ya ew, ya malbat an jî parêzer biçin Îmraliyê. Heyetê hefteya borî ev daxwaza ragihand wezaretê, lê belê heta niha tu bersiv nehatine dayîn.    Hîn HDP li benda bersiva hevdîtinê bû, du na pêr HDP dubare bi Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re hevdîtin çê kir.    Piştî demeke dirêj HDP’iyan rû bi rû bi Wezîrê Dadê Gul re hevdîtin çê kir. Hevdîtin li meqama Gul pêk hat. Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û Ahmet Yildirim beşdarî hevdîtinê bûn. Hevdîtin nêzî saetekê domand. Hat hînbûn ku rojeva sereke ya hevdîtinê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa Ocalan bûye.    Di hevdîtinê de heyeta HDP’ê, der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêk tên raporeke 14 madeyî berpêşî Wezîr Gul kir. Hat diyarkirin ku piştî wezîr rapor qebûl kiriye, daxwazên HDP’iyan jî not hatine wergirtin.    Hat hînbûn ku di vê hevdîtinê de jî, daxwaza çûyîna Îmraliyê rojev bûye, lê belê wezîr dîsa bersiv nedaye.    Heri dawî endamên heyeta Îmraliyê di 5’ê Nîsana 2015’an de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin çê kiribûn. Piştî vê hevdîtinê ji bo çûyîna Îmraliyê gelek caran serî li wezaretê dan, lê belê hemû serlêdanên wan bi neyînî hatin bersivandin.