Parlamenter Guven a dest bi greva birçîbûnê kir nehat berdan 2018-11-07 12:55:14   AMED – Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina li ser Ocalan şermezar bike dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir nehat berdan.    Danişîna seyêmîn a doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Selçuk Mizrakli, Dersim Dag, Îmam Taşçier, Ayşe Acar Başaran, Remziye Tosun, Dayikên Aştiyê, rêveberên KCD, HDP, DBP danişîn şopandin.    Guven a ku bi kelepçekirinê anîna xwe dadgehê qebûl nekir ji girtîgehe bi rêya dîmen ango SEGBÎS’ê beşdarî danişîne bû.    Guven parastina xwe kir û di destpêkê de got anîna wê dadgehê ya bi kelepçe bê cîdiyetbûn û bêhurmetî ye û esker bi helwestek jixwe çûyî li dijî wê tevgeriyan e. Guven bi bîr xist ku ev 9 meh in ji ber xwedî li Efrînê derketiye girtî ye û piştî 9 mehan va dîsa êrîşî Kobanê tê kirin. Guven anî ziman ku heke îro wê berdin jî dê heman bertekê êrîşî li dijî Rojava şermezar bike û dê bi awayek “dagirkirinê” binav bike.   ‘EZ DI VÊ OXIRÊ DE MIRINÊ JÎ QEBÛL DIKIM’    Guven da zanîn ku ji bo wê gotiye “Efrîn tê dagirkirin” hatiye girtin û wiha got: “Pêkanîna hiqûqê ji bo kurdekî cuda dixebite û ji bo tirkekî cuda dixebite. Ez neçarim viya bipirsim. Ez ji we berdanê naxwazim. Kengê desthilatdariya siyasî kengê biryarê bide wê demê dê hemû girtiyên siyasî yên HDP’yî bên berdan. Berê her çiqas hindikbûya jî bawerî bi darazê hebû. Lê niha qet bawerî bi hiqûqê û darazê nemaye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd rolek girîng û binirx a birêz Ocalan hebû. Çareseriyek ji bo gelê kurd û Rojhilata Navîn danî holê. Lê tecrîdkirina birêz Ocalan tê kûrkirin. Tecrîd li ser kê bê pêkanîn sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ez ne wek parlamentera HDP’ê, wek Hevseroka KCD’ê ji îro pê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikim. Ez mirina di vê oxirê de jî qebûl dikim. Ev tecrîd ne li kesekê li tevahiya gel tê kirin. Ez wek neferek gel û ji bo Birêz Ocalan, di oxira wê de mirinê dipejirînim. Ez dikevim greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger.”    Parêzera Guven, Reyhan Yalçindag Baydemîr jî parastina muwekîla xwe kir û xwest Guven demildest bê berdan.    Daxwaza berdana Guven ji aliyê dadgehê ve hat redkirin û danişînê taloqî meha kanûnê kir.    ‘JI BER KU GUVEN KURD E NAYÊ BERDAN’   Piştî danişînê heyeta ji KCD, HDP, DBP, TJA û Dayikên Aştiyê pêk dihat li ber Dadgeha Amedê daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û got: “AKP birêz Hevseroka me Leyla Guven dîl girtiye. Jixwe em ji vê heyetê ne bawer bûn hevala me Leyla berde. Li gel ku hukmê Enîs Berberoglu hebû jî hat berdan, lê li gel ku di derbarê Guven de hukimxwarin jî nîne nayê berdan. Dema mijar dibe kurd nayê berdan. Hûn çi dikin bikin lê îro bi hezaran Leyla Guven hene. Ne ew kesin ku dê li dijî kirinên we gavan paş de biavêjin. Wê xwedî li vîn û vîna gel derkevin. Ji bo ku Leyla Guven kelepçekirina vîna gel qebûl nekir wî neanîn dadgehê. Ev helwestek layîqî gelê me ye. Em vê helwestê pîroz dikin.”