Jinên girtî: Esker gefên kuştinê li me dixwin 2018-11-07 12:14:38   RIHA – Jinên girtî yên li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T ya Rihayê ragihandin eskeran gefên kuştinê li wan xwariye.    Jinên girtî yên li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T ya Rihayê bi nameyek ku ji ajansa me re şandin behsa binpêkirin mafan a bi serê wan de qewimiye kirin. Jinan diyar kir ku ew bi gefên kuştinê yên eskeran re hevrû mane û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.    Jinan di nameya xwe de ev agahî parve kirin: “em wek girtiyên siyasî her tim rastî astengiyên hêzên faşîst tên. Em hemû bi lêgerîna tazî re hevrû dimînin. Dayikek me ya 65 salî rastî lêgerîna tazî hatiye û bandorê li ser rewşa derûnî kiriye. Ev pêkanînên şikandina rûmeta mirovan e. Van pêkanînên rûmet şikandinê pêk tînin. Li gel me giliyê lêgerîna tazî kir jî lê hêj tu tevdîr nehatiye girtin.   Pêkanîn faşîst êdî gihîştine wê astê ku esker bi rehetî me gotinên ‘Lazim e mirov we bikuje. Divê mirov berê serê we bide. Hûn terorîst in’ tehdît dikin. Ji ber girtiyan bi kelepçekirî dibin nexweşxaneyê tedawiyê qebûl nakin. Ji ber ku em li dijî van pêkanînan bêdeng namînin her tiştî tînin serê me. Em ji b ovan pirsgirêkan bang li raya giştî dikin ku hestiyar tevgerin.”