Li dijî girtinên Qersê bertek: Em ê bi xûrmexûrm werin 2018-11-07 11:31:52   QERS – Rêveberên HDP’ê yên Qersê girtina siyasetmedarên li Qersê wek “Operasyona hilbijartinê” nirxandin û gotin “Em ê di hilbijartinê de bersivek xurt bidin girtin û binçavkirinan. Em ê bi xûrmexûrm werin.”    Li Qersê di 26’ê cotmehê de Parlamentera HDP’ê ya berê Şafak Ozanli, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Qersê Cengîz Anli, Heverokê Rêxistina HDP’ê ya Qersê Ekrem Savci, Hevserokê HDP’a Qersê yê berê Cengîz Topbaşli hatibûn binçavkirin. Piştî 12 rojan siyasetmedar bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin.    Xebatên li hev anîna malbatan, serdana malbatan û serdana taziyeyan kirin sûcê girtina siyasetmedaran. Rêveberên HDP’ê bertek nîşanî girtina siyasetmedaran dan.    'EM Ê BERSIVA XÛRT BIDIN’    Hevseroka Rêxistina navçeya navendî ya HDP’a Qersê Nuriye Erkmen girtina li dijî siyasetmedaran we “operasyona hilbjartinê” binav kir û got: “Dixwazin bi girtina rêveberên me qadê vala bikin. Hevalên me hemû bi sedemên xebatên siyaseta aştiyane û demokratîk hatin girtin. Bi hincetên tewş hatin girtin. Wê ev girtin nikaribin me bêzarbikin. Em ê cihê hevalên xwe tije bikin. Em ê van zextan pûç derxin. Çi dikin bila bikin wê negihîjin armanca xwe. Çimkî em bênavber wan vala derdixin. Em bi hemû gelên Qersê re xebatê birêve dibin. Ji ber ku potansiyela herî xurt a me ye me digirin. Em ê di hilbijartina herêmî de bersiva herî xurt bidin binçavkirinan û girtinan. Em ê bi xûrmexûrm werin.”    'ZEXT ME LI PAŞ NAXIN, EM XÛR DIBIN’    Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Qersê Sabrî Abak jî destnîşan kir ku dê li dijî van zextan û girtinan bi paş ve gav neavêjin û got: “Girtin nikarin me paş ve bibin. Piştî van girtinan gel hin bêtir li partiya xwe derdikeve. Her roja ku diçe li dijî van zextan gel tê partiya xwe û destek didin me. Çimkî dizanin ku girtin li dijî hilbijartinê ye. Ji ber vê yekê hin bêtir xwedî derdikevin. Bi girtinan deriyê partiya me girtî namîne, em hin bêtir xûrt dibin.”