Cenazeyên Bîlîn, Çelîk û Karakoç HPG'î hatin definkirin 2018-11-07 11:24:31   XERTÊP/AMED - Cenazeyên endamên HPG û YJA Star ên li çolterên Amed û Çewlîgê di pevçûnên dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li bajarên xwe hatin deftinkirin.   Cenazeyên endamên HPG û YJA Starê yên li çolterên Amed û Çewlîgê di pevçûnên dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li bajarên xwe hatin deftinkirin.   2 MEH ŞÛNDE SPARTIN AXÊ   Cenazeyê Mîzgîn Bîlîn (Rapoerîn Baz) a di pevçûna 13’ê Îlonê ya li çoltera Çewlîgê jiyana xwe ji dest dabû, 2 meh şûnde piştî testa DNA’yê, ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dan malbatê. Malbatê cenazeyê keça xwe Bîlîn anîn Xerpêtê. Polîs û leşkeran berî anîna cenaze, li bajêr ewlekariyek zêde girtin. Polîsan ji malbata Bîlîn re gotin ‘Hûnê cenazeyê xwe bêdeng defin bikin’ û bi vî awayî gef li malbatê xwarin. Polîsan destpêkê destûr nedan malbat cenazeyê keça xwe bibin malê, lê li ser bertan polîsên destûr dan, dûre kar û barên olî yên cenazeyê asteng kirin. Cenazeyê Bîlîn li Goristina Asrî ya Xerpêtê hat definkirin. Di ketina goristanê de polîsan nasname kontrol kirin û tenê destûr dan endamên malbatê derbas bibin.   Xizmekê Bîlîn li ser gora Bîlîn axivî û wiha got: “Em bi ferasetekê ku destûrê nadin em kar û barê olî yên li ser cenazeyan pêk bînin re rû bi rû ne. Yên ji zîndîbûna ciwanên me ditirsin, îro jî ji miriyên me jî ditirsin. Êdî ketine vê rewşê. Çi dikin bila bikin, em li pişt doza birûmet û mafdar ên zarokên xwe ne.”   LI BER RONAHIYA FENERA DESTAN CENAZE DEFIN KIRIN     Cenazeyê Nurullah Çelîk (Rizgar Amed) jî, yê di pevçûna 29’ê Cotmehê li çoltera Çewlîgê bi hevalekê xwe re jiyana xwe ji dest da, li bajarê wî navçeya Pasûra Amedê hat definkirin.    Malbatê cenazeyê kurê xwe Çelîk ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girtin û anîn Mizgefta Havuzlu ya Navenda Pasûrê. Piştî kar û barên olî, cenazeyê Çelîk ji bo definkirinê anîn Goristanan Navendê û li vê derê hat definkirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, rêveberên HDP’ê yên navçeyên Pasûr û Lîcê û gelek welatî beşdarî definkirina cenaze bûn. Polîsên hêzên taybet bi maşîneyên zirxî derdora doristinê girtin û cenaze saet 03.00’yê şevê li ber ronahiya fenera destan hat definkirin. Li qeyweya Mûxtar mala taziyê ji bo Çelîk hat danîn.    KETINA MIZGEFTÊ ASTENG KIRIN    Dîsan, cenazeyê Îlyas Karakoç (Baran Amed) ê bi 4 hevalên xwe re di 1’ê Mijdarê de, li çoltera navçeyên Lîcê, Hezo û Karaz ên Amedê jiyana xwe ji dest da, li gundê Selet ê Bîsmîlê  hat definkirin.    Goristan û mizgefta gund ji aliyê Hêzên Taybet ên Cendirmeyan ve hat dorpêçkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçûk Mizrakli, rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. Cendirmeyên hêzên Taybet ji derveyî malbatê destûr neda kes bikeve mizgeftê û goristanê. Malbata Karakoç cenazeyê kurê xwe anîn goristanê û bi tenê cenazeyê kurê xwe defin kirin.