Sîxurtî ferzî ciwanê HDP’î kirin 2018-11-07 10:39:23   AMED - Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Husamettîn Tanrikulu yê li Amedê di rê de ji aliyê polîsên sivîl ve bi hinceta “Divê li qereqolê îfade bidî” hat binçavkirin, diyar  kir ku polîsan sîxurtî ferzî wî kirin û jê re gotin ‘Ger tu bibî alîgirê me, dê tiştek neyê serê te.’    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo amadekariyên Kongreya 25’ê Mijdarê ya li Amedê pêk bîne, xebatên xwe didomîn in, lê li aliyê din jî êrîş û zextên li ser ciwanan berdewam dikin. Berî jî polîsan bi dehan car endamên Meclîsa Ciwanan binçav kirin, gef li wan xwarin û sîxurtî ferzî wan kirin. Mîna vê ya herî dawî li Amedê hat jiyîn.    Polîsan di 29’ê Cotmehê de  endamê Meclîsê Husamettîn Tanrikulu şopandin, dûre binçavkirin û  sîxurtî ferzî wî kirin. Tanrikulu tiştên wê rojê hatin serê wî ji Ajansa Mezotopamya (MA) re vegot.    ‘GOTIN EM Ê TE BIBIN QEREQOLÊ, LÊ DINAVA BAJÊR DE TÛR AVÊTIN’   Tanrikulu, diyar kir ku li semta Îskanevlerî ya navçeya Rezanê dema ji otobusê peya bû, kesekê xwe nêzî wî kir û wiha axivî: “Vî kesî got ‘ez polisim û li qereqolê îfadeyeke ku tu bidî heye.’ Min çiqasê israr kir jî, nasnemya xwe ya polîstiyê nîşanî min ne da û bi lez û bez ez li wesayîtek spî siwar kirim. Çawan li wesayîtê siwar kirim, dest bi heqaretan kirin. Ji min re gotin ‘emê te  bibin qereqolê’ lê ez birim ser Rêya  Rihayê. Em di xaçerêya Pîrînçlîk re derbasî rêya Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl bûn. Bi vî awayî nêzî 2 saetan li nava bajêr tûr avêtin.”   Tanrıkulu, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Polîsan ji min re gotin ‘Ji ber ku tu diçî avahiya HDP’ê me tu binçav kir. Dûre xebatên me yên Meclîsa Ciwanên HDP’ê j imin pirsîn. Ev kes mirovên ku diçin avahiya HDP’ê weke ‘endamên rêxistinê’ sûcdar dikin û dixwazin wan bitirsînin. J imin re gotin ‘ger tu bibî alîgirê me, dê tiştek neyê serê te.’ Bi awayekê sergirtî gef li min xwarin. Dûre ji min re gotin ‘Ger tu wisan dewam bikî, di dawiyê de yan tu yê bikevî girtîgehê, yan jî tu yê herî serê çiyê. Piştre jî rolê polîsên baş lîstin û ji min re gotin ‘Em dikarin bi hevre bibin dost, bira û kek.’ Bi vî awayî sîxurtî ferzî min kirin.”   ‘EM Ê PAŞVE GAV NE AVÊJIN’   Tanrikulu, da zanîn ku endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê tim wisan binçav dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ciwanan binçav dikin, sîxurtiyê ferzî wan dikin. Berê jî bi dehan çar ez şopandim. Dixwazin ciwanan bi vî awayî çavtirsandî bikin. Armanc dikin ku ciwanan ji HDP’ê dûr bixin. Hebûna ciwanan a li vê derê wan ditirsîne. Bi vî awayî tirsa xwe nîşanî me didin. Em endamên Meclîsa Ciwanên Partiyek siyasî ne. Bi tu awayî emê gavê paşve ne avêjin. Emê xwebatên xwe berdewam bikin. Ciwan qet natirsin.”