'Heke ev tişt hatibe serê mele, ka dê çi neyê serê me' 2017-10-27 09:38:12 WAN – Li Miksê 50 sal berê mele Abdulmutalîp Samî, ket şikeftê û hişê xwe winda kir. Li navçeyê ev bûyer bû efsane. Gelê navçeyê ji wê rojê heta niha li ber wê şikeftê neketiye avê. Welatiyan got "Ev tişt hatibe serê mele ka dê çi neyê serê me." Berî 50 salî li navçeya Miksê ya Wanê bûyerek qewimî. Ji wê rojê ve ev bûyer bûye tirsek mezin ji bo navçeyê. Meleyê bi navê Abdulmutalîp Samî di sala 1967'an de li gundê Serêkaniyê li ber şikeftekî ket avê û hişê xwe winda kir, piştî vê bûyerê gelê navçeyê ji avê sar bû û nema ketin avê. Herêma Serêkaniyê herêma herî xweş a seyranê ye û welatiyên navçeyê yên diçin wir, ji ber efsaneya ku bihîstine ne dikevin avê û ne jî nêzê şikeftê dibin. Şikefta ku xwedî xweşikahiyek bêhempa ye, her sal bi sedan tûrîst tên serdana wê, hema bêje bûye tirsa di dilê mirovan de. Kurê mele Zîhnî Samî her çendî bi salan e dixwaze vê tirsê ji dilê welatiyan derxe, lê dîsa jî bi ser neketiye.   'KA WERE JI MIRIVAN RE BÊJE'   Li ser bûyerê re 50 sal derbas bûye û bi gote gotê bûyer heta roja îro hatiye, ji hêla her kesan ve tê zanîn. Kurê Abdulmutalîp Samî Zîhnî Samî da zanîn ku bûyer di sala 1967'an de qewimî ye, wê demê 7 salî bûye. Samî diyar kir ku dema av hindik bûye, bavê wî bi fenerê ketiye şikeftê û tiştên ku wê rojê qewimî ne wiha vegot: "Li Serêkaniyê di hin deman de av kêm dibe. Bavê min jî ji bo sovekariyan bike ketiye şikeftê. Di gundurê şikeftê de dema hûn bi pêş ve diçin, beşeke hêj mezintir heye. Lê kes newêre bikeve wir. Lê bavê min ev wêrekî kiriye. Bi sovekariyan derbasî hundur bûye, lê ji ber fişarê (basinc) lambeya wî ditefe. Piştre demek dirêj di şikeftê de dimîne û nikare derê. Piştî ji wir derdikeve tevgerên wî yên ecêb çêdibin. Ez difikirim ku ji ber tirsê wisa bûye, lê ka were vê ji mirovan re bêje."   WÎ JÎ PÊ BAWER KIR   Samî destnîşan kir ku mirovan ji hev re gotiye ku di şikeftê de deng tên û bi gote gotan dibêjin ku bavê wî di şikeftê de tiştek dîtiye û wiha pê de çû: "Vê rewê di mirovan de tirseke mezin avakiriye. Ez jî dizanim ku tiştekî wisa tune, lê dîsa jî ditirsim ku bikevin avê."   'EV TIŞT HATIBE SERÊ MELE, KA ÇI NEYÊ SERÊ ME?'   Samî piştrast kir ku li ser bûyerê re 50 sal derbas bûye, hêj kes newêre bikeve wê avê û ev tişt anî ziman: "Berî ku bavê min hişê xwe winda bike perwerdeya Quranê dida 600 xwendevanî û êvarê li mizgeftê dima. Berî ku bavê min hişê xwe winda bike, 6 birayên wî jiyana xwe ji dest dan. Ez difikirim ku van bûyeran jî bandor li ser bavê min kir."   Welatiyên navçeyê bi gotina "Ev hatibe serê mele dê çi neyê serê me" nakevin avê û her kesên ku diçin gund jî welatî şîretên ku nekevin avê li wan dikin.   MA / Seda Taşkin