Lêpirsîna dîsîplînê derbarê Rojnameger Evren de vekirin 2018-11-07 09:57:39   AMED - Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, bi hinceta “bi Kurdî stran gotin” derbarê 10 jinên girtî yên rojnameger Kîbriye Evren jî dinav de, lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.     Midûrê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, bi hinceta di 1’ê Mijdarê de stranên Kurdî gotin, derbarê 10 jinên girtî de lêpirsîna dîsîplînê da dest pê kirin. Di nava 10 jinên lêpirsîn derbarê wan de hat destpêkirin, rojnameger Kîbriye Evren a di 9’ê Cotmehê de hat binçavkirin û girtin jî heye. Ji girtiyan hat xwestin ku dinava  3 rojna de parastin bikin.    Navê jinên girtî yên derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin wihan e: “Sînem Ateş, Songul Aşila, Selma Yilmaz, Menduha Polat, Arzu Karaman, Leyla Yildiz, Edanur Bazancîr, Kîbriye Evren, Kumrî Tokay û Muslîme Kalkan.”