Nîviyê temenê wî di rêya aştî û azadiyê de derbas bû 2018-11-07 09:27:04 ŞIRNEX -  Endamê Meclîsa Şaredariya DBP'î ya Silopiyayê Abdulcabbar Tûngût ku çend roj berê mir, hema bêje nêviyê temenê wî di nav siyaseta kurd û rêya ji bo azadiyê de derbas bû.  Endamê Meclîsa Şaredariya Silopiyaya Şirnexê Abdulcabbar Tûngût di 28'ê Cotmehê de li Êlihê li nexweşxaneyeke taybet dema tedawî dibû mir. Tûngût ku di 1958'an de li gundê Şivesorê hat dinyayê, 30 salan bi awayekî çalak di nav siyaseta kurd de cih girt. Piştî di salên 90'î de gundê wan tê şewitandin û valakirin tevî malbata xwe mecbûr ma li navenda bajêr bi cih bû û di evan salan de daxilî nav xebatên siyasî bû.    'XEYALA WÎ WELATEKÎ AZAD BÛ'    Bavê 5 zarokan Tûngût, di dema xebatên siyasî de rojekê jî ji ber zext û zoriyên bi wan re rû bi rû ma bi paş ve gav neavêt. Tim peyvên "aştî" û "azadî" li ser zimanê wî bûn. Xeyala herî mezin a Tûngût, ew bû ku zarokên kurd bibin xwedî pêşerojeke azad û welatekî azad.    Îlyas Yagan ku salên dûr û dirêj ew Tûngût bi hev re di nav xebatên siyasî de cih girtine, diyar kir ku Tûngût hemû berpirsiyariyên xwe bi cih dianî û dostekî baş bû. Yagan got: "Keda wî ya di vê têkoşînê de kedeke mezin bû. Hevalekî me yê wêrek bû. Ji ber nexweşîna xwe êdî nikaribû bixebite. Lê dema dixebitî jî xwe ji tu xebatê dûr nedixist."    ‘EZ Ê ŞOPDARÊ TÊKOŞÎNA HEVJÎNÊ XWE BIM'    Azîme Tûngût, hevjîna Abdulcabbar Tûngût, diyar kir ku hevjînê wê hevalekî baş bû. Tûngût, bilêv kir ku hevjînê wê tim perçeyeke têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bû û got: "Em ê jî şopdarê doza wî bin." Tûngût, diyar kir ku ji ber têkoşîna hevjînê wê ew serbilind in û got: "Em ê xwedî li bîranên û têkoşîna wî derkevin."    ‘DIGOT 'JI BO AZADIYA XWE BITÊKOŞIN''    Necatî Tûngût, kurê Abdulcabbar Tûngût, diyar kir ku ew bi vê mirinê xemgîn bûne. Tûngût, destnîşan kir ku jiyaneke bi rûmet a bavê wî hebû û got: "Tim dixwest em bidin dû azadiya xwe. Tim digot 'Tim azad bin.' Em ê şopdarê têkoşîna bavê xwe bin. Têkoşîna wî emanetî me ye."    Ferût Tûngût, kurê Tûngût got: "Ne bavê me, hevalê me yê herî nêzîk bû. Em wisa bawer dikin dê keda wî ya di vê têkoşînê de neyê jibîrkirin. Em ê jî hewl bidin layiqî keda wî bin. Ji bo gelê kurd windayiyek mezin bû. Rêya wî rêya me ye."