Komeleya 15'ê Tîrmehê giliyê Cîhangîr Îslam kir, lê xwest wekîlê CHP'î Aldan bê cezakirin 2018-11-07 09:25:49 AMED - Komeleya 15'ê Tîrmehê, giliyê Parlementerê SP'ê Cîhangîr Îslam kir. Lê belê ji ber komeleyê hevokên daxwaznameyeke din kopî kirin, tevî Îslam giliyê Parlementerê CHP'î Suha Aldan jî hat kirin.  Parlementerê Partiya Saadetê (SP) Cîhangîr Îslam li Meclîsê gotibû; "Di 15'ê Tîrmehê de me li pevçûna du batilan temaşe kir." Ji ber evan gotinan Komeleya 15'ê Tîrmehê ya navenda wê li Stenbolê ye û li gelek bajaran fealiyetên wê hene, bi tawanbariya "gel ber bi kîn û dijminahiyê ve tehrîk dike" û "sazî û dezgehên Dewleta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye" giliyê Îslam kir. Lê belê di daxwaznameyê de ji ber hûrguliyeke ku nehat dîtin tevî Îslam hat xwestin Parlementerê CHP'ê Omer Suha Aldan jî bê cezakirin.    Serokê Komeleya 15'ê Tîrmehê ya STenbolê Tarik Şebîk, di 2'yê Mijdarê de li Edliyeya Çaglayanê giliyê Parlementerê SP'ê Cîhangîr Îslam kir. Ji ber daxwaznameya giliyê ji daxwaznameya der barê Parlementerê CHP'î Aldan de hat kopîkirin, dema daxwazname der barê Îslam de hat nivîsandin hat jibîrkirin ku navê Aldan bê jêbirin. Ji ber vê yekê li hemû bajarên ku komeleyê lê ye, hat xwestin Aldan jî bê cezakirin.    Giliyên hatin kirin hemû ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re hatin şandin.    Parlementerê CHP'î Aldan der barê KHK'ya Jimare 696'an de gotibû; "Bi vê sererastkirinê tê xwestin feraseta mantiqa; gelek kûçikên min hene, ez ê wan bera kuçeyan bidim û dikarim ji wan re afûyê jî bînim, bê belavkirin." Li ser vê di 28'ê Kanûna 2017'an de ji bo gilîkirina Aldan daxwaznameyek hat nivîsandin. Lê belê derket holê ku heman daxwazname ji bo Îslam jî hatiye bikaranîn.    Di daxwaznameyê de hat xwestin Îslam bi tawanbariya "gel ber bi kîn û dijminahiyê ve tehrîk dike" û Aldan jî  bi tawanbariya "sazî û dezgehên Dewleta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye" bê cezakirin. Di daxwaznameyê de ji bo Parlementerê CHP'î Aldan ev tişt hatin gotin: "Weke tê dîtin gumanbar Dewleta Komara Tirkiyeyê, Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û Serokomarê wê, neteweya tirk û leşkerên tirk biçûk xistiye. Omer Suha Aldan bi awayekî aşkere Madeya 301'emîn a TCK'ê bin pê kiriye. Em dixwazin bê darizandin."