'Çawan dibe ku xaka mirov li mirov bê qedexekirin?' 2018-11-07 09:16:19 ÎDIR – Şêniyên gundê Qereqê, ji ber Zozana Korhanê ya li nêzî wan hatibû "qedexekirin" di biharê de çûbûn zozanên Qersê. Niha şêniyên gund ji zozanên Qersê vedigerin. Gundiyan anî ziman ku ew bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û bertek nîşanî vê rewşê dan.  Çûyîna Zozana Korhanê ku li quntarên Çiyayê Agiriyê ye bi hinceta "Herêma Ewlehiya Taybet" hatiye qedexekirin. Ji ber hatiye qedexekirin şêniyên gundê Qereqê yê Îdirê berê heywanên xwe dan zozanên Qersê. Gundî di biharê de çûbûn zozanên Qersê û niha jî vedigerin gundê xwe.    Şêniyê gund Sadik Alagoz, diyar kir ku zozana wan hatiye qedexekirin û ji ber vê ew bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Alagoz, anî ziman ku ew mecbûr dimînin zivistanê ji bo heywanên xwe giya û kayê bikirin. Alagoz got: "Ji ber zozanên me hatine qedexekirin em diçin zozanên Qersê. Em sê mehan li wir dimînin û ji bo her zozanên 200-250 hezar lîre pere didin. Qedexekirina zozanan barê me girantir dike. Em dixwazin biçin zozanên xwe lê leşker destûrê nadin. Niha rewşa aboriyê qet nebaş e. Em ji mecbûr çend heywanên di dest xwe de difiroşin û îdara xwe dikin. Hin kes heta êvarî dixebitin 80 lîreyî distînin û bi vî pereyî debara 10 nifûsî dikin. Êdî mirov nikarin nan jî bikirin."    Alagoz, diyar kir ku sala bê ew naxwazin bi heman rewşê re rû bi rû bimînin û xwest dawî li qedexekirina zozanên wan bê.    'MA Ê HETA KENGÎ DEWAM BIKE?'    Şêniyê gund Yûsûf Çakmaz jî bertek nîşanî vê rewşê da û got: "Ma ê heta kengî dewam bike?" Çakmaz got: "Ji ber zozan hatine qedexekirin em diçin bi pereyan li Qersê zozanan kirê dikin, lê wê ev heta kuderê wisa dewam bike? Jixwe êm, ka, derman û heqê şivanan mesrefeke zêde ye. Wexta bi ser de jî zozan tên qedexekirin, em perîşan dibin. Niha tenê em rojane debara xwe dikin."    'WELATÊ ME LI ME HATIYE QEDEXEKIRIN'    Mehmet Yalçintaş jî destnîşan kir ku ji ber qedexeyan êdî li herêmê sewalvanî jî nema tê kirin. Yalçintaş got: "Zozaneke me ya pir xweşik heye, lê nahêlin em biçin. Ji ber Zozana Korhanê hatiye qedexekirin, ji mecbûrî em diçin zozanên din. Nizanim em ê vî çileyî çawa heywanên xwe xwedî bikin. Dibêjin me dawî li qedexekirina zozanan aniye, lê ne rast e. Ger zozanên me ne qedexe bûna çima em diçûn Qersê. Ma li cîhanê devereke din heye ku welatê mirov li mirov hatibe qedexekirin. Çawa çêdibe xaka mirov lê bê qedexekirin."    MA / Adnan Bilen