Gurkan: Rakirina tecrîdê dê xizmeta yekîtiyê bike 2017-10-27 09:35:52 STENBOL – Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: “Rakirina tecrîdê dê xizmeta yekitiyê bike. Hikûmet bi polîtîkayên xwe yên artêşparêz benzînê li agir dike."  Derfetên tenduristî û ewlekariya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 11’ê Îlona  2016’an ve agahî jê nayê girtin di rojevê de deng veda. Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin li Tirkiye û Ewropayê çalakiyên cûda tên lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civak sivîl û ronakbîr daxwaz dikin ku demildest bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, diyar kir ku hevîtinek biçûk a bi Ocalan re, dê hewaya siyasî ya Tirkiyeyê nerim bibe û bêdengiya rêxistinên navneteweyî rexne kir.    'BENZÎNÊ LI AGIR DIKIN'   Gurkan, anî ziman ku pêkanîna tecrîdê ya li ser Ocalan bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û wiha got: “Di pirsgirêka kurd de em ketin serdema şer û artêşparêz de. Ji ber vê yekê hikûmet raste rast êrîşî Ocalan dike û pêkanînan tecrîdê zêde kiriye. Dema em girtiyek siyasî difikirin, hikûmet bi çavê rehine li Ocalan mêze dike. Bi polîtîkayên tecrîtê yên li Îmraliyê, hikûmet daxwazên civakê ji nedîtî ve tê. Ev hemû pêkanîn tecrîtê amûrên êrîşên siyasîn e. Rojhilata Navîn di vê serdemê de veguheriye gola xwînê. Diviya bû dinava Tirkiyeyê de polîtîkayên pêkanînên hikûmetê, girêdayî yekîtiya gelan, demokrasî û azadiyê bin. Berevajî vê yekê hikûmet bi polîtîkayên artêşparêz bi benzînê diçe agir. Tecrîta li ser Ocalan encamê vê yekê ye.”       'HEVDÎTINA BI OCALAN RE DÊ HEWAYA SIYAYÎ NERIM BIKE'   Gurkan, anî ziman ku rewşa Ocalan di nav de li dijî mafê mirovan e û wiha pê de çû: “Divê  demildest hikûmet dest ji vê helwesta  xwe berde û dawî li polîtîkayên tecrîtê bîne. Divê destûra hevdîtinê bide heyetên siyasî, malbat û parêzerên wî. Hevdîtinek biçûk a bi Ocalan re dê hewaya siyasî ya welêt nerim bike.”   'DEMOKRASÎ JI DMME Û CPT'Ê DERNAKEVE'   Gurkan, destnîşan kir ku têkildarî tenduristiya Ocalan tiştek neyênî jî, dê bandorek mezin li ser hestên gelê kurd bike û wiha domand: “Di pêşerojê de, divê destûr ji navendeke kaotîkê ya li welêt bê jiyîn re neyê dayîn. Divê hikûmet dawî li polîtîkayên tecrîdê yên rê li pêşiya vê vedike, bi dawî bîne.”    Gurkan di dawiya axafina xwe de ev tişt gotin: “Divê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) li dijî tecrîtê bêdeng nemîne û CPT’î jî encamên ziyaretên xwe yên li Îmraliyê ji raya giştî re eşkera bike. Em baş dizanîn, rêxistinên hiqûqnas ên mîna AÎHM’ê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li gorî siyasetên demî diçin biryaran. Lewma em dizain ji van derdoran demokrasî dernakeve. Ger îro CPT’î biryara xwe diyar neka, dibe ku bi siyaseta demî ya Tirkiyeyê ve girêdayî be. Ez wisan difikirim”