Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin 2018-11-06 18:30:49   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir.    Parêzer Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Mûharrem Şahîn ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir.      Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Heta niha 761 serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatine redkirin.