3 roj in bi şev û roj girtiyan derb dikin 2018-11-06 17:07:51 MANÎSA – Derket holê ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê bi boneya jimartina li ser piya qebûl nekirin e, 3 roj in rastî êrîşa gardiyanan tên.  Derket holê ku li qawîşa C-16 a Girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê 13 girtiyên siyasî ji ber ku li dijî jimartina li ser piya derketin e, 3 roj in ji aliyê gardiyanan ve tên derbkirin. Mehmet Aydemîr û Xebat Aydemîr ên birayê hev ku di heman qawîşê de dimînin bi rêya hevdîtina telefona heftane rewşê ji malbata xwe re ragihandin.    ‘3 ROJ IN BI ŞEV Û ROJ ÊRÎŞÎ ME DIKIN’    Bavê girtiyan Abdullah Aydemîr diyar kir ku bi telefonê bi zarokên xwe re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Zarokên min îro li min geriyan. Ji min re gotin ‘Rêveberiya girtîgehê 3 roj in sibe û êvarê jimartina li ser piya li me ferz dikin û bi ser qawîşa me de digirin û me derb dikin. Di êrîşa îro de girtiyê bi navê Zahîr Aslan ji serê xwe birîndar bû û ji hişê xwe çû. Wî birin nexweşxaneyê. Girtiyê bi navê Sîracettîn Hassas li gel di milê wî de platin hebû jî hat derbkirin. Wî nebirin revîr û nexweşxaneyê. Gelek kes birîndar bûn. Kesî nebirin nexweşxaneyê. Bi taybetî êrîşî girtiyên extiyar û nexweş dikin.”    Aydemîr da zanîn ku her roj zextek li girtîgehan zêde dibe û ew wek malbata girtiyan ji rewşê gelek xetere ne.    'DI HUNDIRÊ HEPSÊ DE HEPS ÇÊDIKIN’    Aydemîr anî ziman ku ew ê li dijî zextên li ser girtiyan bêdeng nemînin û got: “Ev 3 salin zarokên min di hepsê de ne. Ev êrîş li dijî rûmeta mirovahiyê ne. Jixwe girtî ne. Bi ser de radibin êrîşî wan dikin. Bi van êrîşan dixwazin girtiyan çavtirsandî bikin. Dixwazin di hundirê girtîgehê de girtîgeh çêbikin.”    Aydemîr got ew ê derbarê berpirsan de giliyê sûc bikin.    Me têkildarî mijarê xwe gihand rayedarên girtîgehê û gotin ew ê derbarê tiştên qewimîne de agahî nedin.