Jinên siyasetmedar banga beşdariya danişîna Guven kirin 2018-11-06 16:23:58   AMED – Jinên HDP’yî neberdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven wek “êrîşa li dijî têkoşîna jina kurd” nirxandin û banga beşdariya danişînê ya sibê dê bê dîtin kirin.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku ji 31 Çileyê 2018’an ve girtî ye dê sibê danişîna 3’yemîn a doza wê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.    Tê payîn Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê beşdarî danişînê bibin. Jinên HDP’yî jî li dijî neberdana Guven bertek nîşan dan û banga beşdariya danişînê kirin.    ‘ÊRÎŞA LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊ YE’    Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Zubeyde Zumrut diyar kir ku girtina Leyla Guven li dijî hiqûqê û got: “Girtina birêz Guven, êrîşek li dijî têkoşîna jina kurd e. Ji ber ku jinan têkoşîna xwe mezin kir, êrîşan jî girantir kirin. Girtina Guven jî parçeyek ji vê ye. Dixwazin vîna jinan teslîm bigirin. Lê bila baş dizanibin jin êdî xwedî her gotinê ye û dikare biryara xwe bide. Hiqûq peywîra xwe bicih nayne. Hiqûqa ku Enîs Berberoglu berda lê Leyla Guven bernade. Dema kes ango jin dibe kurd hiqûq naşixûle. Ev şerma Tirkiyeyê ye.”    ‘HIQÛQ JI BO HDP’Ê NAXEBITE’    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun jî biryara ji bo Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu hat dayîn bi bîr xist û got: “Pergala edalet û hiqûqa Tirkiyeyê tenê ji bo HDP’yan naxebite. Lê em ê têkoşîna xwe ya edalet û hiqûqê birêve bibin. Ji ber ku Leyla Guven vîna bi milyonan mirov e.”    BANGA DANIŞÎNÊ    Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn jî xwest Leyla Guven demildest bê berdan û banga beşdariya danişînê li her kesî kir û bên xwedî li vîna xwe derkevin.