Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 761'an serî li dozgeriyê dan 2018-11-06 13:13:37   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzer cara 761'ê ku serlêdan dikin.    Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Mûharrem Şahîn ji bo muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Hemû serlêdanên parêzeran ên heta niha hatine kirin bi hincetên "rewşa nebaş a hewayê", "xerabûna keştiyê", "tamîrkirina keştiyê" û "rewşa awarte" nehatin qebûlkirin. Parêzeran herî dawî 27'ê Tîrmeha 2011'an Ocalan dîtibûn. Ji hingî ve 761 car in serî lê didin, lê dikin nakin destûrê nastînin.