Delilên cezayê Bekîr Kaya 'Şahidê Nepen' nîşan da 2018-11-06 12:13:28   WAN  - Dadgehê biryara bi hincet a 8 sal û 3 meh ya cezaye Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya aşkere kir. Dadgehê di biryarê de hincet ceza spartin "Şahidê Nepen". Heyeta dadgehê îfadeya îtirafkar a “Bi çûvalan pere şandin qandîlê" li ber çavan girt û hewldana Kaya a ji bo xizanan û pirtûkên li mala Kaya sûc hesiband.    Dadgehê li Hevşaredadrê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya 8 sal û 3 meh ceza birî bû. 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê, biryara hinceta ceza aşkere kir û delîl spartin "Şahidê Nepen" Heyete tevlebûna meşan a Kaya, alîkariya bi Komeleya Bilindkirin û Tekoşina bi Xizanan a Wanê (VAN-DER) re, ziyaretên sersaxiyan û "Îfadeya şahidê nepen a bi çûvalan pere birin Qendîlê" wekî delîlen suc nîşan dan. Dîsa pirtûkên li mala Kaya jî wekî delîlen sûc nîşan dan. Heyetê di biryara bi hincet de tevlebûna Kaya ya meşên daxuyaniyên bi girseyi weki sûc qebûl kir. Heyetê parast ku Kaya li gorî peymannameya KCK'ê tev geriya ye û li Taxa Yenî goristana Şehîdgehekê ava kiriye û li ser fermana PKK-KCK'ê bi awayekî çalak xebatên rexistinê meşandine. Heyetê parast ku di meşa ku Kaya tevlêbûye de dirûşmeya "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" delîl hat nişandan.    Heyetê pirtûka li mala Kaya yên bi navê ''Delila Bir Genç kadın", "Rojnivîsken gerîlla" pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ''Nasıl yaşamalı'' wekî suc nişan da. Disa heyetê wêneyê Kaya yê ji bo Ocalan li Amedê ket grevê jî wekî delîla sûc nîşan da. Heyetê dîsa cih da îfadeya "Şahedê Nepen" a "Bi çûvalan pere şandine Qendîlê" û wekî delîlên suc nîşan da.