Qeyûmê li dijî qanûnan 71 milyon TL deynê çaredariyan çêkir 2018-11-06 11:06:55 MÊRDÎN/ŞIRNEX - Li gorî rapora Îdareyên girêdayî Dîwana Muhasabatê; Qeyûme tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, di salekê de 71 milyon û 642 hezar TL deynê şaredariyê çêkir. Di raporê de derket holê ku li Şaredariya Artuklu qeyda 2 milyon a bacê nehatiye kirin. Qeyûmê Şaredariya Şirnexê jî qeydên muhasebeyê negirtine. Hesab û kîtap nehatiye girtin.   Li gorî rapora Îdareyên girêdayî Dîwana Muhasabatê, Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, li dijî qanûn û rêziknameyê şaredarî bi 71 milyon û 642 hezar TL'yan xistiye bin deynan. Dîsa li gorî raporê Qeyûmê Artuklu qeyda 2 milyon a bacê nekiriye. Qeyûmê Şaredariya Şirnexê jî qeydên muhasebeyê negirtine. Hesab û kîtap nehatiye girtin. Li bajarên herêmê piştî 2016'an qeyûm tayinî şaredariyên DBP'ê hat kirin. Dema Qeyûm tayîni şaredariyan hat kiri Hevşaredarên DBP'ê bi milyonan pere di qazeyên şaredariyê de hişt. Qeyûmên ku hatin li ser wan pere rûniştin bê hesab û bê kîtap pere xerç kirin û niha bi milyaran deynê şaredariyan çêkirin.    DEYNÊ SAELKÊ YÊ MÊRDÎNÊ 71 MILYON Û 642 HEZAR TL YE   Li gorî rapora muhasebatê piştî AKP'ê peyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê kir, deynê salekê yê Şaredariya Mêrdînê 71 milyon û 642 hezar TL ye. Li gori raporê hatina şaredariyê 361.956.978,57 - Lêçûn 290.314.572,26 Tl ye.  Dîwanê di raporê de diyar kir ku kŞaredariyê Kuluba Sporê 3 salan bê pere tahsîs kiriye û ev yek li dijî zagon û mevzuatê ye. Dîwana muhasebatê da zanîn ku bac nehatiye dayîn û 2 milyon bac nedaye. Dîsa li lêkolînê de hat diyar kirin ku li dijî zagon û mevzuatê tahsîl û îhale hatiye kirin û malê ku nehatiye kirin wekî hatiye kirin, lênçûna nehatiye kirin wekî hatiye kirin nîşan dane.  Li gorî raporê Serokatiya Xizmetên Piştgiriyê di 22.11.2017'an de weki ku bi 119.546,28 TL malzeme kiriye. Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Derdorê di nava 3 rojan de 132.514,00 TL, Serokatiya Daîreya Karên Fenê di nava 19 rojan de bi 120.419,00 TL mal kiriye. Ligel ku tevahiya vî pereyî zêdeyî lîmîta îhaleyan ye jî dîsa li şûna parve bike, raste rast temîn kiriye. Dîwanê di raporê de diyar kir ku mînak dikarin bên zêdekirin û lêçûn li dijî zagon û mewzuatê hatiye kirin.    ÇAVKANIYA CEMAWERIYÊ HERIMANDIN   Di raporê de hat destnîşan kirin ku rêgeza "Divê çavkaniya cemaweriyê bi bereket bê xebitandin" hatiye binpêkirin û çavkaniyên cemaweriyê hatine herimandin û ziyankirin. Di raporê de hat destnîşan kirin ku 58 hezar û 500 TL (58.500,00) çavkaniya cemaweriyê hatiye ziyankirin. Hat zanîn ku projeya bi 13 milyon û 191 hezar 165 TL (13.191.165,68) bê temamkirin bi 16 milyon û 49 hezar 235 TL (16.049.235,91) hatiye temamkirin.  Dîsa di raporê de hat diyar kirin ku Şaredariya Artukluyê di 2017'an de 2 milyon û 96 hezar 180 TL (2.096.180,94) qeyda baca ceyran û gaza xwezayî nehatiye kirin.    QEYÛMA ŞIRNEXÊ HEWCE BI QEYDAN NEDÎTIYE   Li aliyê din Qeyûmê Şaredariya Şirnexê jî hewce bi qeydkirina hesap û kitapan nedîtiye.