Girtiyan wekî koleyan didin xebitandin 2018-11-06 11:05:58   STENBOL – Endamê Lîjneya Rêveberiya Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CİSST) Mustafa Eren, diyar kir ku rayedarên girtîgehan bi deh hezaran girtiyên li Tirkiye bi bedela çarîkek heqê hindiktirîn meaş didin xebitandin û wan ji gelek mafên wan ên civakî û hiqûqî bêpar dihêlin. Eren, anî ziman ku her sal 50 hezar girtiyên ku di van şertan de kar dikin 4 milyar tl pere bi Tirkiye didin xezençkirin.    Li Tirkiye zêdeyî 250 hezar mirov girtî ne. Piranî girtiyên edlî ne. Li girtîgehên Tirkiye bi deh hezaran girtî karên giran dikin û ji çar paran parek heqê keda xwe distînin. Girtiyên karker ên ku di nava şert û mercên giran de bi nano zikê kar dikin ji gelek mafên xwe yên civakî, hiqûqî û mirovî bêpar tên hiştin. Li gorî daneyên Wezaretê ya 2017'an, li Girtîgehên Tirkiyeyê 50 hezar girtî kar dikin. Li gori rapora CİSST'ê ya bi sernavê “Li Girtîgehê Tirkiye mirov Girtiyê Karker be" li girtîgehan girtiyên karker ên çirax rojê bi 10 TL, girtiyên kalfa bi 11 TL girtiyên oste jî bi 13 TL kar dikin. Endamê Lîjneya Rêveberiya Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CİSST) Mustafa Eren, bal kişand ser rewşa girtiyên karker û binpêkirina mafên wan. Eren, diyar kir ku rayedarên girtîgehan bi deh hezaran girtiyên li Tirkiye bi bedela çarîkek heqê hindiktirîn meaş didin xebitandin û wan ji gelek mafên wan ên civakî û hiqûqî bêpar dihêlin. Eren, anî ziman ku her sal 50 hezar girtiyên ku di van şertan de kar dikin 4 milyar tl pere bi Tirkiye didin xezençkirin. Eren, da zanîn ku xebata li girtîgehan girêdayî Wezareta Dadê ye û ji aliyê Serokatiya Daîreya Saziya Wargehên Kar ve tê meşandin.  Eren, destnişan kir ku girtiyên karker di nava şertên giran de kar dikin û ji hemû mafê xwe bêpar tên hiştin.    4 MÎLYAR TL PERE DIDIN QEZENÇKIRIN   Eren, da zanîn ku ev karkerên bi keda erzan dixebitin ji bo Tirkiyeyê butçeyek mezin e û li gorî butçeya 2017'an nêzî 4 Milyar TL butçe li butçeya Tirkiye zêde kirine. Eren, destnîşan kir ku girtiyên karker ji sedî 1 ji vê butçeyê sûdê nagirin û hemû maf u keda wan tê xwarin. Eren, bilêv kir ku girtiyên karker ji çar paran parek heqê herî kêm distînin û bê sîgorta kar dikin.    'WEZARETA DADÊ DIBÊJE 'EM SÎGORTA DIDIN LÊ...'   Eren, bal kişand ser sîgorta girtiyên karker û wiha bi dawî kir. "Wezareta Dadê dibêje 'em sîgorta girtiyan didin. Lê ev sîgorta tenê ji bo kesên qeza derbas dikin û bi nexweşiya pîşeyî dikevin tê dayîn. Lê karkerên ku qeza derbas nekin û bi nexweşiyê pişeyî nekevin bê sîgorta kar dikin. Kesekî 25 salî bê girtin û 20 salan girtî bimîne, piştî derkeve dê bibe 45 salî. Ev kes piştî bê berdan de li derve nikaribe tu karî bi dest bixe. Ji ber vê yekê divê pergala sîgortayê ji nûve bê rastkirin. Rêveberiyên girtîgehan û hin sektorên taybet bi hevre kar dikin û karkeran li ser navê xwe bi heqê herî kêm didin xebitandin. Mînak şîrketek taybet bêyî peyman û îhaleyan dikare bi midûrê girtîgehekê re peymanê çêke û bi heqê herî kêm girtiyan bide xebitandin. Fîrma kargeriya xwe li qada girtîgehê ava dike. Girtiyên karker bi 10, 13 TL ji bo wî kar dikin. Karkerên li derve herî kêm dê heqê sîgorta jî bistînin. Lê ew bê sigorta û bi heqê herî kêm girtiyan didin xebitandin.    TIRKIYE DIKIN KAMPUSÊN GIRTÎGEHAN    Li Tirkiye girtîgehên navçeyan tên girtin û li şûna wan Kampusên mesin tên ava kirin. Niha li Tirkiye nêzî 16 kampusên girtîgehan hene. Li girtîgehên kampusan binpêkirina mafan bêtir zêde ye. Li gorî daneyên sala par li Girtîgeha Sîlivrî 18 hezar û 500 girtî hene. Li van kampusan girtiyên karker ên erka xwe pêk nînin rastî cezayê dîsîplinê tên. Wan davêjin hucreyan. Ji ber vê yekê girtî neçar dimînin di şertên giran de û bi keda erzan bixebitin. Girtî ji ber xizan in û hatina wan tune neçar dimînin kar bikin."    MA / Melike Ceyhan