Soysal: Çima ji bo eskerên bi guman tên kuştin lêpirsin nakin 2018-11-06 09:36:49 STENBOL - Hevserokê Komeleya Redkarên Wîcdanî Prz. Gokhan Soysal, bal kişand ser eskerên ku bi guman tên kuştin û got: "Der barê eskerên bi guman tên kuştin lêpirsînek çalak nayê kirin. Divê hemû dosyayên berê berfireh bên lekolînkirin."  Li Tirkiye eskerên ku bi guman tên kuştin zêde ye. Her çend rojan carekê nûçeyek der barê kuştina eskeran a bi şik de agahî tê parvekirin. Li gorî Komeleya Mexdûr û mirina bi guman a eskeran, di 22 salên beriya 2015'an de 2 hezar û 221 esker bi guman hatin kuştin. Li gorî daneyan ji sala 2012'an heta niha di 2012'an de 69, di 2013'an de 59, di 2014'an de 43 û di 2015'an de 31 esker bi guman hatin kuştin.  Hevserokê Komeleya Redkarên Wîcdanî Prz. Gokhan Soysal, bal kişand ser eskerên ku bi guman tên kuştin û got: "Der barê eskerên bi guman tên kuştin lêpirsînek çalak nayê kirin. Divê hemû dosyayên berê berfireh bên lekolînkirin. Soysal, anî ziman ku li Tirkiye nijadperestî û militarizm pir zêde ye û wiha got: "Di vê serdema nijadperest û mîlîtarîst de kesên esker bêtir xwe otorîter û hêz dibînin. Di serdema şer de sedema kuştinan nayê lêkolînkirin. Kesê ku tê gotin 'întîhar kiriye' bi piranî kesên ku pirsgirêken li nava eskeriyê dijîn in. Kesên bi heval û fermandaran re niqaşan kirine. Lê ev yek nayê lêkolînkirin. Di serdema şer de gelek sûc te kirin. Lê ev sûcê tê kirin baş nayê lekolînkirin.      Minak eskerê bi peyman Mahmut Ozçakır ewil gotin şehîd bûye û piştre gotin 'întihar kiriye. Sedema vê yekê jî baş mesele nehatiye lêkolînkirin. Divê dozger van meseleyan baş lêkolîn bike û bipirse. Divê delîlan baş kom bikin. Kuştinên li eskeriyê ne teseduf in. Di nava 40 rojan de 4 eskerên ji Rihayê 'întîhar' kir. Ev ne teseduf e. Di 24'ê Nîsana 2011’an de Sevag Şahin Balıkçi yê ji mecbûrî eskerî dikir balkeş e di roja komkujiya Ermeniyan de bi îdîaya "Dema bi hevalê xwe re henek dikir hatiye kuştin" kuştin." w   ESKERÊN 'ÎNTÎHAR DIKIN' BI PIRANÎ KURD IN   Soysal, bal kişand ser nasnameya eskerên ku tên kuştin û wiha bi dawî kir: "Balkeş e eskerên 'întîhar' dikin bi piranî kurd û elewî ne. Eskerên ku tên kuştin bi piranî elewî û kurd in. Lê em dizanin ne ew tenê gelek eskerên din jî tên kuştin.    MA / Sadiye Eser