Hevserokê peyam ji partiya xwe re şand ceza kirin 2018-11-06 09:27:30 DERSIM - Hevserokê HDP'a Pêrtagê Erdal Kotan, ji ber peyam ji kongreya rêxistina partiyê xwe re şand, cezayê hucreyê danê.  Hevserokê HDP'a Pêrtagê ya Dersimê Erdal Kotan ku di Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê de ye, di 13'ê Cotmehê de ji bo kongreya partiyê ya navçeyê peyam şand. Lê belê ev peyam sûc hat hesibandin û îdareya girtîgehê ji ber vê peyamê 13 roj cezayê hucreyê lê birî.   Kotan ev peyam şandibû: "Wexta em şert, geşedan û têkoşîna li Rojhilata Navîn, cîhanê û herêma me tînin ber çavan, bê guman dê gelê me di demeke nêz de serdestên faşîst, îmhakara û înkarê bavêjin ser sergoyê dîrokê. Di serî de Dersim û bi tevahî jî li Kurdistanê, wê gelê me wekî şelmaqê bersiva qeyûmên hatine tayînkirin bide."    ‘EM TÊN TECRDÎKIRIN'    Kotan, ji ajansa me re nameyek şand û destnîşan kir ku ji ber peyama ku wî şandiye 13 roj cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Kotan, diyar kir ku wî ji bo moral û destekê bide hevalên xwe yên partiyê faksek şandiye û got: "Wekî ku min ev nivîs ji partî an jî rêxistineke îllegal re şandiye, bi muameleyekê re rû bi rû mam. Nivîsa min şand bi temamî di çarçoveya azadiya ramanê de ye. 10 meh in girtî me. Em bi pêkanînên kêfî re rû bi rû dimînin. Nameyên me nadin me. Bersivên neyînî ji bo daxwazên me tên dayîn. Di warê hevdîtinên telefonê de bêhiqûqîtî têkirin, tekmîl û di hevdîtinan de ketina dorê tên ferzkirin. Em bi çewisandin û pêkanînên derûnî re rû bi rû dimînin û tên tecrîdkirin."    MA/ Semra Turan