Mele, îxbara hevalên xwe kir 2018-11-06 09:26:56 AMED - A.G. yê li Miftîtiya Çinarê dixebite, der barê 5 kesên li mifîtitiyê dixebitîn îfade da û der barê wan de got "Hem HDP'î hem jî PKK'yî ne". JI ber vê her 5 kes bi KHK'ê hatin îxrackirin.  Li navçeya Çinar a Amedê, A.G.'yç li Mizgefta Azîziye ya li Taxa Cumhîriyetê dixebite, der barê 5 meleyên li Miftîtiya Navçeyê dixebitîn de di 8'ê Tebaxa 2017'an de îfade da ser mifetişê diyanetê. Ji ber îfadeyên A.G. her 5 mele bi KHK'ê hatin îxrackirin. Hat diyarkirin ku ji A.G. pirsa "... tu yê der barê Şehmûs Selçûkê li miftîtiyê dixebitî û hat îxrackirin de çi bibêjeî?"    ‘DI WARÊ SIYASETÊ DE HDP'Î YE, DI WARÊ DIN DE JÎ PKK'YÎ YE'    A.G., diyar kiriye ku 25 sal in li Miftîtiya Çinarê dixebite û 24 salan ew û Şehmûs Selçûk bi hev re xebitîne. A.G. di îfadeya xwe de got: "Dikarim vê bibêjim ev kesê hûn behsa wî dikin di warê siyasetê de HDP'î ye, di warê din de jî PKK'yî ye. Tiştê dizanim ji ber bûyerê terorê kurekî wî reviyaya û çûye derveyî welat û yek jê jî tev li nav PKK'ê bûye û hîn jî li çiyê ye."     A.G., di îfadeyê de gotiye Selçûk nûnertiya Sendîkaya Kedkarên Duyanet û Weqfê (DÎVES) a Çinarê kiriye û gelek peywirdarên olî kirine endamê DÎVES'ê. A.G., di îfadeya xwe de got, paşê Selçûk peywira DÎVES'ê spartiye Mehmed Bedî Oncu û her wiha samîmiyeta wî bi peywirdarên olî ên bi KHK'ê hatin îxrackirin Nedîm Ozcan, Abdullah Şen û Îhsan Ertekîn re hebûye.    A.G., di îfadeya xwe de ev tişt gotin: "Dikarim bêjim meyla Sehmûs Selçûk ji bo PKK'ê heye, rêxistina terorî û çalakiyên wê diparêze."    A.G., ji sermufetîş xwestiye îfadeya wî veşarî bimîne û navê wî neyê aşkerekirin. Ji ber îfadeya A.G. Selçûk û peywirdarên din hatin îxrackirin.    MA / Ozgur Paksoy