Qeyûm navenda çandê kir tîcaretxane 2018-11-06 09:26:00 RIHA - Qeyûmê tayînî Şaredariya Wêranşarê hat kirin, navê Navenda Çand û Hunerê ya Medê kir qada bazirganiyê. Eywana wê da fîrmayeke sînemayê û qada wê ya vekirî jî ji bo baxçeyê çayê da îhaleyê.  Qeyûmê Tayînî Şaredariya Wêranşara Rihayê hat kirin, Navenda Çand û Hunerê ya Medê ku di bin banê şaredariya DBP'î de hatibû vekirin vala kir û veguherand tîcaretxaneyê. Li vê navenda çand û hunerê berê bi taybetî ciwan bêheq diçûn kursên enstruman, wêne, peyker, drama, şanor, govend û hwd. Lê belê qeyûm eywana wê da fîrmayeke sînemayê û qada wê ya vekirî jî ji bo baxçeyê çayê berpêşî îhaleyê kir.    KURS HATIN SEKINANDIN    Piştî Qeymeqam Omer Çîmşît wekî qeyûm hat tayînkirin navê navendê guheraan û kir Navenda Çand û Hunerê ya Wêranşarê û perwerdekarên navendê ji kar derxist. Qeyûm navê Eywana Konferasnê ya Ehmedê Xanî guherand û navê Eywana Konferasnê ya Omer Halîs Demîr. Ji ber bertek hatin nîşandin navê Pirtûkxaneya Mehmed Ûzûn nehat guherandin, lê belê bi sedan pirtûk jê hatin derxistin û li şûna wan pirtûkên behsa dîroka tirkan dikin hatin bicihkirin. Her wiha qeyûm eywana sînemayê ya navendê ku şêniyên navçeyê bêheq fîlm lê temaş dikirin da şîrketa Cîne Realê.    Li baxçeyê navendê berhemên li dora şanoya amfiyê ya 500 kes diketinê hatin texrîbkirin û baxçe jî wekî baxçeyê çayê hat îhalekirin. Derdora baxçeyê çayê bi dîwaran hat girtin û her wiha hat diyarkirin ku dê şanoya amfiyî bê xerakirin.    EM Ê ŞAREDARIYÊ BISTÎNIN Û DÎWARAN BIRÛXÎNIN    Xebatkarê navenda çandê Ahmet Bûlanik ku berî qeyûm bê tayînîkirin li navendê dixebitî, dîwarên li dor navendê hatine lêkirin şiband Dîwarê Berlînê û got, ew ê di hilbijartina herêmî de şaredariyê bi dest bixin û bi keraneyan dîwarên hatine lêkirin jî xera bikin.    ‘TU FERQA WÊ Û TÎCARETXANEYÊ JI HEV NEMAYE'    Ramazan Demîrel ku berê li navendê dixebitî, diyar kir ku wî li navendê kursa wêneyan dide û bi dehan xwendekarên wan hebûn. Demîrel, anî ziman ku bi saya navendê bi sedan ciwan daxilî çalakiyên cur bi cur ên çandeyî dibûn û bi vî awayî pêgirtîbûna maddeyê ya li bajêr kêm bibû. Demîrel, diyar kir ku lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin, navenda çandê hat pasîfîzekirin û ji bo ciwanan rêya çand û hunerê bi temamî hat girtin.    Demîrel, diyar kir ku her sal li navendê mîhrîcanên hunerî dihatin lidarxistin û xwendekarên navenda çandê kuta dikirin afirîner dibûn. Demîrel, got niha tu ferqa navendê û tîcaretxaneyê ji hev nemaye."    MA / Erdogan Alayumat