‘Li gorî Qanûna Bingehîn divê Leyla Guven bê berdan' 2018-11-06 09:23:39 AMED - Sibê danişîna 3'yan a doza Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê dê bê dîtin. Parêzer Reyhan Yalçindag, got Qanûna Bingehîn pir zelal e û divê muwekîla wê demildest bê berdan.  Wê danişîna 3'yan a doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê pêk bê. Piştî Dadgeha Bilind ji bo Parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglû biryara berdanê da, parêzerên Guvenê jî di 21'ê Îlonê de ji bo berdana Guvenê serî li Dadgeha Bilind dan. Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê piştî serlêdanê bi 21 rojan daxwaza berdanê nirxand, lê belê bi hinceta "rêvebirina rêxistinê û endamtiya rêxistinê" daxwaza berdanê ya ji bo Guvenê red kir.    Parêzer Reyhan Yalçindag, bi bîr xist ku piştî Guven di hilbijartina 24'ê Hezîranê de hat hilbijartin wan ji bo berdana wê serî li dadgehê daye û dadgehê biryara berdana Guvenê daye, lê belê heman dadgehê 13 roj şûnde bereksê biryara berdanê daye. Yalçindg got: "Dadgehê di 29'ê Hezîranê de biryara berdana Leyla Guvenê da. Di eynê rojê de ji bo em muwekîla xwe bigirin em çûn girtîgehê. Lê em bi awayekî ecêb hatin sekinandin. Dozgeriya girtîgehê ji me re got 'belkî dozger îtiraz kiribe, loma muzakere negihaşt ber destê me.' Halbûkî di dest min de muzakereya berdanê hebû. Çi bû? Wexta saeta mesaiyê tijebû, muwekîla me bi awayekî korsanqarî birin odeya SEGBÎS'ê ya li girtîgehê. Dadgeheke din biryara girtina wê da. Bêyî ku derkeve derve dîsa hat girtin. Piştî 29'ê Hezîranê çi qewimî? Heman dadgehê biryara ku 13 roj berê dabû, vê carê bereksê wê da. Lê parlementerê CHP'î yê cezayê wî hatibû erêkirin hat berdan, lê muwekîla me nehatiye cezakirin, lê dîsa jî nayê berdan. Em bûn şahidê bêhiqûqiyeke wisa."    ‘QANÛNA BINGEHÎN PIR ZELAL E'    Yalçindag, ji bo danişîna dê di 7'ê Mijdarê de pêk bê jî got: "Qanûna Bingehîn pir zelal e, divê demildest bê berdan, çimkî hiqûq tê qetilkirin.    Danişîna 3'yan a doza Guvenê dê di 7'ê Mijdarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê pêk bê.