ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-06 09:00:19 * Dê danişîna doza şewata li wargeha xwendekaran a li Aladagê di 17'ê Çileya 2019'an de pêk bê. Parêzerê malbatên mexdûr Omer Çelîk, destnîşan kir ku hêviya wan ji darizandineke duserî tune ye.  * Qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenîzê hat kirin, destûr dabû li erda xîzek a Kazanliyê pîst bê çêkirin. Lê belê derket holê ku dê li vê herêmê qadên lîstikê bên çêkirin. Rêxistinên pîşeyî û partiya siyasî bertel nîşanî vê biryarê dan û diyar kirin ku herêm qada sîtê ye û divê bê parastin.    * Wê sibê danişîna 3'yan a doza Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê pêk bê. Parêzer Reyhan Yalçindag, got Qanûna Bingehîn pir zelal e û divê muwekîla wê demildest bê berdan.    * Li Îdirê ku cînarê sê welata ye, esnaf ji ber krîza aborî tengijîne. Esnafan bertek nîşanî daxuyaniyên wekî "krîza tune ye" dan û got: "Helbet ji bo alîgirna krîza aborî tune ye. Kî dibêje rewşa aboriyê baş e derewan dike."    * Gundên nêzî sînorê Kobaniyê, bertek nîşanî êrîşên TSK'ê yên li hemberî Kobaniyê dan û gotin: "Şer bi kêrî tu kesî nayê. Xizmên me li wir in. Em naxwazin tiliya kesî jî xwînî bibe. Erdên me li sînor hene. Em diçin nav erdên xwe, lê em bi tirs diçin. Her wiha xizmên me yên li wî aliyê sînor jî ev 4 roj in nikarin biçin nav erdên xwe."    * Qeyûmê tayînî Şaredariya Wêranşarê hat kirin, navê Navenda Çand û Hunerê ya Med'ê guherand û eywana wê da fîrmayeke sînemayê û qada wê ya vekirî jî ji bo baxçeyê çayê berpêşî îhaleyê kir.    *  A.G. yê li Miftîtiya Çinarê dixebite, der barê 5 kesên li mifîtitiyê dixebitîn îfade da û der barê wan de got "Hem HDP'î hem jî PKK'yî ne". JI ber vê her 5 kes bi KHK'ê hatin îxrackirin.    * Hevserokê HDP'a Pêrtagê erdal Kotan, ji ber peyam ji kongreya teşkîlata partiyê ya navçeyê re şand, cezayê hucreyê lê hat birîn.    * Serokê Giştî yê OSP'ê Sînan Çîftyurek polîtîkayên asîmlasiyonê yên li hemberî kurdî wekî "pençeşêra civakî" wesifand û ji bo komcivîna ku dê li dar bixin jî got, ew ê tevî nêzî 90 pisporên ziman bên cem hevdu û mijarê nîqaş bikin.    *  Serokê Şaxa Egîtim Senê yê Dîlokê Alî Ersonmez, biryara “Sonda xwendekaran” a Daîreya 8’emîn a Şûreya Dewletê nirxandin û got: “Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî, her serê sibê ‘Bi Tirkmenbûnê’ dest pê bikin?”   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê di Civîna Koma Meclîsê de biaxive. (12.45)