Sîsê ya 85 salî 3 rojin li nexweşxaneyê ye 2018-11-06 07:38:35 MÊRSÎN - Dayika 85 salî Sîsê Bîngol a girtî dê tarizandin û di 4'ê Mijdarê de rakirin nexweşxaneyê 3 rojin li Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê tê dermankirin.    Girtiya nexweş Sîse Bîngol a 85 salî ya li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dimîne, di 4'ê Mijdarê de rakirin nexweşxanê. Sîse Bîngol a 85 salî 3 rojin tê dermankirin. Parezera Bîngol Gulşen Ozbek, diyar kiribû ku hem ji bo dermankirin û hem jî ji bo standina raporê Bîngol sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê hatiye kirin. Bîngol ji ber temenê zêde, tiştek nayê bîra wê û bi nexweşiyên mîde, şekir, astim, tansiyon û saîrê re têdikoşe. Bîngol a nikare di girtîgehê de jiyana xwe berdewam bike, bi alîkariya girtiyên din pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih tîne. Li gel Sîse Bîngol 3 rojin li nexweşxaneyê tedawî dibe jî hêj rapor negirtiye.