Li Hezroyê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2018-11-05 16:10:37   AMED - Li navçeya Hezro ya Amedê jina 24 salî Gulçîn Mehmetoglu, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Li Navçeya Hazro ya Amedê jina 24 salî Gulçîn Mehmetoglu ku di 6'ê Cotmehê de kesên nediyar gule berdan serê wê û birîndar kir, li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin. Mehmetoglu, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mehmetoglu li navçeya Hazro defin kirin. Serdozgerê komarê yê Hazro der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.