Ozturk: Em xwediyê vê axê ne hûn nikarin çonga me bişkênin 2018-11-05 15:42:42   COLEMÊRG – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Colemêrgê axivî û got: “Ji bo ku kes nikaribe çongê bi kurdan bide şikandin û em vê nîşan bidin, em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û rêveberiya xwe nû hilbijart. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk û di heman demê de Parlamenterê HDP’ê yê Agirî Berdan Ozturk, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgukçe Ertan, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, rêveberên HDP û DBP, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî kongreyê bûn.    Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Peyamên Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a girtî, parlamenterên serdema beriya niha Selma Irmak û Abdullah Zeydan ên girtî, hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî yên girtî ku şandin kongreyê hatin xwendin.    ‘EM Ê VÎNA XWE BI DEST BIXIN’    Piştî raporên malî û xebatê hatin parvekirin axaftin hatin kirin. Parlamenterê HDP’ê Saît Dede bal kişand ser zextên li ser partiya wan HDP’ê û got: “Ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji bo ku gelê Colemêrgê di hilbijartina herêmî ya pêş me de dîsa vîna xwe bi dest bixe, dê bi hemû hêza xwe bixebite û hemû destkeftiyên xwe bi dest bixe.”    ‘DIVÊ EM YEKÎTIYA XWE PÊK BÎNIN’    Parlamenter Omer Ocalan jî diyar kir ku zextên çend salên dawî yên li ser gelê kurd ev çend sale jî veguheriya tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gelê kurd. Ocalan got: “Kurd tenê dikarin vê tecrîdê û zextan bi yekîtiya neteweyî bişkênin. Em bi vê yekîtiyê tenê ne kurdên yek parçeyê em dikarin kurdên hemû parçeyan biparêzin. Ji bo vê yekê tişta herî girîng e ew em yekîtiya xwe ava bikin.”    ‘EM NE MÊVAN IN XWEDIYÊ VÊ ERDNÎGARIYÊ NE’    Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê Agirî Berdan Ozturk jî li ser zextên li gelê kurd û siyaseta wan tê kirin rawestiya û wiha got: “Em kurd ne mêvanên vê axê ne. Em xwediyê vê erdnîgariyê ne. Li ser siyaseta kurd zext didomin. Heke hûn dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, divê ewil Tirkiye bê demorkatîkkirin. Divê kurd jî yekîtiya xwe ava bikin. Divê em hilbijartina pêşiya me veguherînin lehê xwe. AKP û MHP ev çend salên dawî ne li ser gelê kurd zilmê dikin. Bajarên me dem û dûz kirin. Brêz Ocalan û siyasetmedarê me di bin tecrîdek giran de ne û zext li wan tê kirin. Ji ber ku ew bi hêza kurdan dizanin her roja ku diçe zextên xwe zêde dikin. Ji bo em dawî li van zextan bînin divê em xweji bo hilbijartina herêmî amade bikin Ji bo ku kes nikaribe çongê bi kurdan bide şikandin û em vê nîşan bidin, em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.”    RÊVEBERÎ HAT DIYARKIRIN   Piştî axaftinan hilbijartina bi yek lîsteyê pêk hat û Zeynep Kaya û Sînan Kaya ji bo hevserokatiya bajêr hatin bijartin.    Kongre bi konsera Hozan Xecê bi dawî bû.