Mesutoglu ku dermankirin red kir dîsa sewqî girtîgehê kirin 2018-11-05 11:47:06   RIHA - Şerîf Mesutoglu yê ji doza kuştina Qeyûm Muhammed Fatîh Safîturk girtî tê darizandin û li dijî 2 muebet û 18 sal cezayê girtîgehê ketiye rojiya mirinê, duh piştî rewşa wî xerab bû, rakirin nexweşxşaneyê. Mesûtoglu ku dermankirin red kir dîsa  sewqî girtîgehê kirin.    Şerîf Mesutoglu yê ji kuştina Qeymeqamê navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safiturk berpirsiyar tê darizandin û 2 caran rastî cezayê muebet û 18 sal cezayê girtîgehê hatiye, bi armanca cezayê lê hatiye birîn şermezar bike ketibû rojiya mirinê. Mesutoglu ku li Girtîgeha Sîwerega Rihayê dimîne û di 23’yê Cotmehê de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû rewşa wî xerab bû. Piştî rewşa Mesutoglu giran bû rakirin nexweşxaneya Dewlete ya Sîweregê.  Mesutoglu, ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê dermankirin red kir dîsa sewqî Girtîgeha tîpa T a Sîweregê kirin. Hevjîna Mesutoglu Samiye Mesutoglu bi armanca hevdîtina vekirî pêk bîne îro hat Girtîgehê. Hat zanîn ku dê bi dozgerê Navçeyê re hevdîtin bike. Mesutoglu, 14 rojin di rojiya mirinê de çalakiya xwe berdewam dike.      ÇI BÛBÛ   Qeymeqamê navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safiturk ê ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin di 10’ê Mijdara 2016’an de, di êrîşek bombeyî de hatibû kuştin.  Der barê bûyerê de doz 6 jê girtî 15 kesan hat vekirin. Darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, di 22’yê Cotmehê de bi dawî bû. Di danişîna hat dîtin de ji bo Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Mesûtoglû yê li Girtîgeha Tîpa T a Sergirtî ya Sîwerega Rihayê dimîne, ji bo şermezar kirina biryarê di 23’yê Cotmehê de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû û 14 rojin di rojiya mirinê de çalakiya xwe berdewam dike.