Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat berdan 2018-11-05 09:42:49   ÊLIH – Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr û 5 kes hatin berdan û Azad Bayram jî bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin.    Li Êlihê di 1’ê mijdarê de polîsan bi ser gelek malan de girtibû û gelek kes binçav kiribûn. Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin jî di nav de Faîk Aslan, M. Sabîh Altunkaynak, Muhsin Altunkaynak, Mîsal Tosun, Kadri Aksoy û Azad Bayram hatibûn binçavkirin.    Piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Êlihê 7 binçavkiriyan derxistin dozgeriya Êlihê û îfadeyên wan hat girtin. Hevşaredar Ozdemîr û 5 kesên din ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan. Azad Bayram jî bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” ji aliyê dadgehê ve hat girtin.