Bertek nîşanî qeyûmê muftî dan: Ma xezpkirina vînê emrê xwedê ye? 2018-11-05 09:12:16 MÊRDÎN – Serokê Komeleya Oldaran a Mêrdînê Fahrî Dogan, ji ber muftiyê Mahsertê Muhammet Likoglu tayînî şûna muxtar kirin bertek nîşan dan û got: "Ev şerm e. Ma tayînkirina qeyûmê beriya emrê xwedê tê?"  Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 15'ê Cotmehê de li navçeyên Mêrdînê 65 muxtar îxrac kirin û li şûna wan qeyûm tayîn dike. Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê 11 muxtar îxrac kirin u li şuna wan midûrên nifûs, muftî, perwerde û endamên meclîsa şaredariyê yên AKP'î yên mahsertê wekî qeyûm tayîn kir. Wezaretê muxtarên gundê Zehnê, Kurikmetînan, Rekkê, Yestê, Kewarêx, Taqê, Mûdê, Kermêt, Mistinê, Rişwanê, Metinan, Xirbêbelik, Hacya, Xanêsora  û Sada ji peywirê girtin û li şûna wan midûrên perwerde, nifûs, muftî û endamên meclîsê yên AKP'î wekî qeyûm tayîn kir.    Qeymeqamê Mahsertê piştî mohrê 15 muxtaran ji destê wan girt, yek bi yek azadên gundan gazî qeymeqamiyê kir. Qeymeqam ji azayan xwest heta hilbijartina 31'ê adara 2019'an muxtariyê bidin ser xwe. Lê azayên 11 gundan ji ber muxtarê gundê wan neheq ji kar hatine dûrxistin muxtarî red kirin. Azayên gundên Zehnê, Kurikmetinan, Taqê û Mûdê jî muxtarî qebûl kirin. Piştî azayên 11 gundan muxtarî red kir Wezîrê Karên Hundir rayedarên dewletê wekî qeyûm tayînî şûna 11 muxtaran kir. Wezaretê li şûna Muxtarê Gundê Xirbêbelik Miftiyê Mahsertê Muhammet Likoglu tayîn kir. Muxtarê Xirbebelik Halil Arslan, bertek nişan da û diyar kir ku cihê vê yekê di ol de tune ye.    Serokê Komeleya Oldaran a Mêrdînê ku bi KHK'ê hat girtin Fahrî Dogan, ji ber muftiyê Mahsertê Muhammet Likoglu tayînî şûna muxtar kirin bertek nîşan dan û got: "Ev şerm e. Ma tayînkirina qeyûmê beriya emrê xwedê tê?"  Dogan, anî ziman ku hemû îktîdar heta niha li ser ol polîtikayên şaş dimeşinin û wiha got: "Heta niha tu car alîm tev li siyasetê nebûne. Lê siyaset karê xwe tev li ol dike. Niha siyaset hebûna xwe li ser olê îslamê pêş dixe. Mînaka vê yekê jî muftî wekî qeyûm tayînî şûna muxtar kirin. Ev tişta ku mirov jê şerm bike ye. Dewirkirina vîna gel a mûftî, encama polîtîkaya taybet e. Lê di rastiyê de divê ji bo muftiyekî di navbera Mêrdîn û Medînê de ferq tune be. Divê hemû bajar wek hev bin. Îktîdar dixwaze her kesî têxe bin fermana xwe. Vê yekê jî bi rêya oldaran pêş dixe. Oldar jî dibin amûrê vê yekê. Divê oldar nebin amûrê vê yekê û li dijî vê yekê bertekên xwe bînin ziman. Oldarên ji bo berjewendiyên xwe tev bigerin, tu eleqeya wan û olê îslamê bi hev tune ye. Hz. Musa ligel îşkenceya herî dijwar dest ji rastiyê berneda. Her dem li dijî Firavun derket. Divê oldar jî li dijî zalim û zulmê bin. Divê her dem rastî û heqîqetê biparêzin."    MA / Ahmet Kanbal