Fermana Walî Beg e tu dê 150 hezar TL bide 2018-11-05 09:09:15 WAN - Welatî Mehmet Nûrî Bozkurt ê xwest li ser rêya bejayî ya Wan-Qelqeliyê îstasyona mazot û LPG'ê bistîne ket nava tora bertîl û nelirêtiya Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Bozkurt ê ruhsat ji şaredariyê xwest li ser navê "Bexşîşa Vansiporê" 150 hezar tl bertîl xwest. Bozkurt, hemû axaftin qeydî telefonê kir. Bozkurt, anî ziman ku di hevdîtinê de gotine "Ev fermana Walî Beg e. Tu dê 150 hezar tl bide."  Welatî Mehmet Nûrî Bozkurt, xwest li ser rêya Wan-Qelqeliyê li nava zeviya 2 hezar û 400 metrekare îstasyona petrol û LPG'ê ava bike. Bozkurt, ji bo rûhsatê bi rêveberiya qeyûmê bistîne, bi rayedaran re hevdîtin kir û hevditin kir bin qeydan. Di hevdîtinê de Rayedarên qeyûmê bi navê "Bexşîya Vansiporê" bertîl ji Bozkurt xwest. Bozkurt ev daxwaza bertîlê ku bi riya telefonê xwest, xist bin qeydê û parve kir. Bozkurt, ji bo rûhsatê bistîne bi dehan caran bi Rêveberiya Şaredariyê ku Qeyûm tayîn kiriye re ket nava têkiliyê. Bozkurt ku bi Cîgira Sekretera Giştî ya Şaredariyê Ulker Cem Kaplan û Serokê Daîreya Îstîmlak û Emlakê Orhan Gulaçar re di odeyê de hevdîtin kir, li ser navê "Diyariya Vansporê" 150 hezar tl bertîl xwest. Derket holê ku bi heman rengî bertîl ji 3 kesên din jî xwestiye. Welatî Mehmet Nuri Bozkurt, diyar kir ku tevî hemû ewraq û belge temam kirine jî nikare rûhsatê bistîne.    Mehmet Nuri Bozkurt, tişta bi serê wî de hatiye ji Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir. Bozkurt, anî ziman ku li ser rêya Wan-Qelqelyê 8 hezar û 600 metrekare zeviya wî heye û xwestiye li ser vê zeviyê îstasyona LPG û petrolê ava bike. Bozkurt, da zanîn ku ji bo ew vê îstasyonê veke 14 saziyan bi awayekî fermî destûr dan û wiha got: "Min hemû belgeyên xwe temam kirin. Min hemû xercên şaredariyê razandin û dosyaya xwe temam kir. Min ji bo rûhsatê 2 caran serî li Şaredariyê da. Herî dawî li min geriyan û xwest ez biçim. Wekî min 2 kesên din jî hebûn. Em bi hevre çûn şaredariyê. Ewil em li salonê rûniştin. Piştre Cîgira Sekretera Giştî ya Şaredariyê Ulker Cem Kaplan yek bi yek bang li me kir. Dema ez çûm odeyê ji bo dosya min erê bikin li ser navê 'Bexşîşa Vansporê' 150 hezar TL pere ji min xwestin. Gotin ger tu vê yekê bexşîş neke dosya te bi erênî nayê bersivandin."     'FERMANA WALÎ BEG E'   Bozkurt, da zanîn ku piştî vê hevdîtinê carek din dîsa çû şaredariyê û vê carê rayedaran jêre got "Tu 150 hezar TL bexşîş nede nabe" û bertîl jê xwestine. Bozkurt, anî ziman ku rayedaran gotine "Ev fermana Walî Beg e."  Bozkurt,  destnîşan kir ku Cîgirê Sekreterê Giştî gotiye 'Dema hûn hatin cem min bi 30-40 hezar tl neyên cem min. Ger hûn hatin bi 80-90 hezar an jî bi 120 hezar TL werin' û wiha got: "Lê ez çima bêm. 1-2 hezar tl bexşîş dibe. Lê 150 hezar TL bexşîş nabe. Ev raste rast bertîl û ruşwet e. Ji ber ku min ev pere neda serlêdana min red kirin."    CÎMERÊ BERSÎV NEDA   Bozkut, anî ziman ku wî 2 caran serî li Navenda Ragihandina Serokomariyê (CİMER) jî daye û wiha axivî: "CÎMER'ê ne bersîv da daxwaza min û ne jî bersîv da giliyê min. Bozkurt, anî ziman ku li Tirkiye gelek tiştên wisa dibe û wiha bi dawî kir: "Serokomar dibêje 'Kevirekî dînin bila dewlet jî kevirekî dîne. Em jî dixwazin kevirekî dînin. Lê qeyûm destûr nade. Hemû belge û dosyaya min temam e. Kêmasî tune. Karê şaredariyê jî îmze bike. Ez bûm şahîd gelek welatî heman rewşê dijîn û mexdûr dibin. Li wir ji min re dibêjin buhayê te yê zeviyê 350-400 hezar TL ye. Divê nêviyê nirxên zeviyê bidin Vansporê."    JI QEYDAN ÇEND GOTIN   Qeydên hevdîtinê yên li odeya Cîgira Sekretera Giştî ya Şaredariya Wanê Ulker Cem Kaplan:    MEHMET NURİ BOZKURT: Ez li ser navê Omer Bozkurt têm. Hevalê min e. Ji ber nexweş bû nehat.    KAPLAN: 2 hezar û 400 metrekare cihê we heye. Niha buhoyê dolimê 65-70 hezar tl ye. Li gorî vê yekê heqê wê 150-200 hezar e. Dema em navîna wê bibînin nêzî 300 hezar tl ye. Ez bêjim navbera 250 hezar û 150 hezarî ye.    BOZKURT: Hûn 150 hezar tl bexşîş dixwazin.    KAPLAN- Min şaş negot 125 hezar tl. Min hesabê şaş kiriye. Tamam. Niha birayê min ê xweşik min ji birayên xwe yên din re jî got. Bersîva vî karî diyar e. Çend çaran hat red kirin. Binerin em ji şaredariyê re tiştekî naxwazin. Em ji partiyê re ji tiştekî naxwazin. Em dixwazin hûn bexşîşî Van sporê bikin. Weki tin tu îzahata vê yekê tune. Tu nede jî nede. Tiştekî bi zorê tune ye. Tu bi riza xwe hat ber deriyê me. Wê demê mesele qediya ye. Reqem ev e. Niha min nîşe girtiye 'Rewşa min a madî tune' Min li meclîsê ji Walî Beg re jî got rewşa wan a maddî tune." ... "