ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-27 09:00:42   *Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: “Rakirina tecrîdê dê xizmeta yekitiyê bike. Hikûmet bi polîtîkayên xwe yên artêşparêz benzînê li agir dike."    * Endezyar Alev Şahîn a bi KHK'ê hat îxrackirin, 180 roj in di çalakiyê de ye û dixwaze vegere karê xwe. Şahîn a ji ber di çalakiyê de ye rastî êrîşan tê got ku "Em ê ji têkoşîna xwe ya mafdar gavan paşve neavêjin."   * Huseyîn Turgut li gelek cihan serlêdan kar kir, lê hemû hewldanên wî bêencam man û dest bi firotina gulan kir. Turgut, diyar kir ku bi hinceta “karê li dijî qanûnê dikî” zabite wî asteng dikin û bace ji dixwazin.     * Li Miksê berî 50 salan meleyê bi navê Abdulmutalîp Samî yê ku ket şikeftê û hişê xwe winda kir, li navçeyê ev bûyer bû efsane. Gelê navçeyê ji wê rojê heta niha li ber wê şikeftê neketiye avê û gotin ku "Ev tişt hatibe serê mele ka dê çi neyê serê me."   * Li Tirkiyeyê di salên dawî de îthalata goştê sor, heywanên zindî û kayê zêde bû. Hikûmetê qîma xwe bi vê yekê ne anî, mêrgan xwe ji bo îmarê vekir, lê belê vê carê jî li derveyî welat dest bi kirêkirina mêrgan kir. Serokê Şaxa ZMO ya Îzmîrê Ferdan Çîftçî dest nîşan kir ku, li derveyî welat kirêkirina mêrgan tu çareyê bi xwe re nayîne.    *Girtîgeha Panosê ya ku hêj nû hatiye vekirin bi binpêkirinên mafan ji rojevê nakeve. Malbatên bi zarokên xwe re riçin hevdîtinê, aşkera kirin ku zarokên yek salî jî di lêgerîna tazî re derbas dikin.   * Projeya Avdaniyê ya Deşta Barakê ku xaka di navbera Dîlok-Hatayê de di xwe de dihebîne, 5 sal in hîn nehatiye temamkirin. Şêniyên deştê, darên xwe yên fisteqan û zeytûnan ên ji ber bêaviyê hişk bûne, dikin ardû.   *Serokê Komeleya Dildarên Valîdebagê Arîf Belgîn, anî ziman ku wê lêgerînên sondajê yên ji bo jeotermalê li Dehla Valîdebagê bibe sedema mirina bi hezaran dar û bûneweran.    * Li Farqînê ji ber operasyonên leşkerî gelek kes hatin girtin û her wiha malên li Taxa Tekelê jî bi rasthatinî hatin gulebarankirin. Li gundekî navçeyê jî, ji ber welatiyekî di dawetê de kincên gelêrî li xwe kirin hat binçavkirin.    * Derket holê ku Afşîn Musazade ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, ji girtîgeha hat binçavkirin û 7 rojan li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê di binçavan de hatiye hiştin.    * Li Meletiyê li firinekê, ji bo pêdiviya nan a malbat û kesên xizan 8 sal in, bi bendikeke li firinê nan tên daliqandin. Kesên xizan her roj tên û nanê li bendikê werdigirin.    * Sûlava Bêgirê yek ji cihê herî girîng ên turîzmê ye û ji ber HES li ser çem hatine çêkirin, hem berê avê guheriye hem jî avê kêm bûye.    * HDP ji bo biçe Îmraliyê bi Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re hevdîtin çê kiribû, lê belê heta niha tu bersiv wernegirtin. Her wiha ji hevdîtina duyemîn a bi wezîre re jî tu tişt dernektin.    * Rûniştina doza KCK'ê ya Sereke ya Stenbolê ku 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Baroya Amedê dê ji bo kujerên Serokê Baro yê berê Tahir Elçî bê dîtin û darizandin de hefteya 98'an de li ber Edliyeya Amedê daxuyaniye bidin çapemeniyê. (13.30)   * Bernameya 3'emîn Rojên Çand û Hunera Kurd a Stenbolê dê bi şano û konseran berdewam bike. (16.00-20.00)