Sîse Bîngol a 85 salî rakirin nexweşxanê 2018-11-04 16:03:00   MÊRSÎN - Girtiya nexweş Sîse Bîngol a 85 salî ya li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dimîne, rakirin nexweşxanê.    Hat diyar kirin ku Sîse Bîngol a 85 salî ya  li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tê girtin, rakirin nexweşxanê. Li gorî nûçeyan PÎRHA, parêzera Bîngol Gulşen Ozbek, anî ziman ku hem ji bo dermankirin û hem jî ji bo standina raporê Bîngol sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê hatiye kirin. Parêzer Ozbek, anî ziman ku ger rapora pêwîst ji bo Bîngol bê dayîn, dê bê berdan.    Bîngol ji ber temenê zêde, tiştek nayê bîra wê û bi nexweşiyên mîde, şekir, astim, tansiyon û saîrê re têdikoşe. Bîngol a nikare di girtîgehê de jiyana xwe berdewam bike, bi alîkariya girtiyên din pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih tîne.