HDP: Li dijî êrîşên topyekûn, berxwedana topyekûn 2018-11-04 14:10:18   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'iyan di salvegera 2'yemîn a giritan parlamenteran de, li gelek navenda daxuyanî dan çepemeniyê û gotin: "Emê li dijî êrîşên topyekûn ên tesfiyekirina siyaseta demokratîk, berxwedana topyekûn bidin nîşandan."    Rêxistinên Partiya Demokarîk a Gelan (HDP) ên Amed, Stenbol, Wan, Enqere, Edene, Hatay, Antalya, Bedlîs, Qers, Erzirom, Dîlok, Meletî, Mêrdîn, Sêrt, Mêrsîn, Dersîm, Îzmîr, Riha û gelek navendên din, di salvegera 2'yemîn a girtina parlamenterên HDP'ê yên di 4'ê Mijdara 2016'an de daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyên hatin dayîn de wiha hat gotin: "Di 4'ê Midarê de, xwestin qada têkoşîna demokrasiyê ji holê rabikin. Ev polîtîkayên ji holê kirinê hîna jî berdewam dikin. Ji bo vale derxistina van êrîşan weke partî têkoşîna me bê navber berdewam dike. Weke her carê emê li dijî êrîşên topyekûn ên tesfiyekirina siyaseta demokratîk, berxwedaneke topyekûn bi rêve bibin. Em darbeya 4 Mijdarê ya di şexsê hevalên me parlamenter de li dijî vîn û keda gelek me pêk hat, carek din şermezar dikin. Em carek din dibêjin, em ê tu carî teslîmî operasyonên zilmkar û tesfiyekirina siyaseta demokratîk nebin. Em soz dikin ku her yek ji me dê bibe ferdekê bi biryardar ê têkoşîna demokrasî, aştî û azadiya gelê xwe.     Emê tu carî li hemberî êrîş û girtinan bê deng nemînin. Di bingeha HDP'ê de berxwedan û têkoşîn heye. Ligel hemû êrîşan jî emê disan li ser piyan bimînin. Emê bi her awayî têkoşîna xwe  ya siyasî û rêxistinbûyînê berdewan bikin. Em çareke din operasyonên 4'ê Mijdarê şermezar û lanet dikin."