HDP’iyan li ber Girtîgeha Sîncanê peyama Baluken xwendin 2018-11-04 13:41:57   ENQERE – HDP’iyan xwestin li ber Girtîgeha Sîncanê ya Serokwekîlê Koma HDP’ê yê berê Îdrîs Baluken lê girtiyê, daxuyanî bidin, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Şandeyê ligel astengiyan jî daxuyanî da û peyama Bakuken a “Dinava 2 salên derbas bûyî de, gelê me bawerî, hêvî û biryardariya xwe mezintir kiye” xwend.      Şandeya ji Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Huseyîn Kaçmaz, Mhemt Ruştu Tiryakî û Selçûk Mizraklî pêk hat, xwest di salvegera 2’yemîn a operasyona li dijî partiya wan a di 4’ê Mijdara 2016’an de pêk hat, li ber Girtîgeha Sîncanê ya Serokwekîlê Koma HDP’ê yê berê Îdrîs Baluken lê dimîne, daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan di ketina kampusa girtîgehê de, bi hinceta fermandariya Walîtiya Enqerê, destûr nedan ku şandeya HDP’ê daxuyanî bidin. Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî vê yekê dan.    ‘BIRYAR SER DADGEHA BILIND RE TUNEYE’    Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, ji bo polîsên ew asteng kirin wiha got: “Ger ez bixwazim niha dikarim di vî derî re bikevim hûndir. Gelo kî dikare min asteng bike? Hûn dibêjin biryara walitiyê ye, lê biryarek bi ser dadgeha bilind re tuneye. Îçar walî kiriye? Ligel ku ez parlamenterim jî, ez ne li ser biryara dadgeha bilindim.”  Şandeya HDP’ê dûre ji derveyî Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê şandeyê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçûk Mizrakli, daxuyanî da û wiha got: “Em ji vê derê silavê hevalê xwe Îdrîs Balûken ji hemû kesan re dişînin. Emê peyama ku Balûken ji me re şandî bixwînin.”   Peyama Balûken a Mizrakli xwend wiha ye:   “Darbeya 4’ê Mijdarê ya operasyonên qirkirina siyasî ya bêhiqûqî hîna jî berdewam dikin. Ev bêhiqûqî û operasyonên qirklirina siyasî dê tu carî bi ser nekevin. Krîzên siyasî, aborî, civakî û hiqûqî yên îro tê jiyîn, rast rast bi Darbeya 4’ê Mijdarê û siyaseta demokratîk ve girêdayî ye. Li gel vê yekê jî ne partiya me tesfiye bû û ne jî vîna belê me şikest. Hemû hevalên me yên bi awayekê bêhiqûqî kirin zindanan, weke her tim vîna xwe ya aştî û siyaseta demokratîk danîn holê.       EMÊ GUVENDA AŞTIYÊ BIGERÎN IN    Şert û merc çi dibin bila bibin, em carek din soza têkoşînê didin hemû gelên xwe. Bi zenebûna rojê re rojek zûtirin emê bihevre guvenda aştiyê bigerînin.”   Piştî xwendina peyama Baluken, daxuyanî bi dawî bû.