Dewletê gund desteser kir û gundî koçber kirin 2018-11-04 12:06:59 QERS - Gundên Çamçavuş û Bogazkoy ên Qersê, ji ber çêkirina Bendava Qersê ava û ceyrana wan hatiye birîn û welatî tên koçberkirin. Nîvê welatiyên ku li qadeke binesaziya wê nehatiya avakirin, hatin bi cihkirin, di axuran de bi sewalên xwe re dijîn.      Gundê Çamçavuş ê navçeya Cilawuz û gundê Bogazkoy ê navenda Qersê, ji ber Bendava Qersê ya ji aliyê Karê Av ê Dewletê (DSÎ) ve tê çêkirin, hatin valekirin. Dewletê bi erzanî azariyên gundiyan ji wan kirîn, dest ceyratna wan qût kirin û dûre ava wan birîn. Gundiyên ku av û ceyran wan dewletê birîn, bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin û li qadekê binesaziya wê tuneyî hatin bi cih kirin. Gel gundî li qada lê hatin bicih kirin, di axuran de bi sewalên xwe re dijîn.      DSÎ: GUND VALE BIKIN    Ji bo destpêkirina înşaeta bendavê dewletê di sala 2011’an de, azariyên gundiyan bi erzanî kirî û ji bo her yek donim erd 3 hezar TL da gundiyan. DSÎ, ji bo ku dinava 2018’an de bendavê temam bike, ji bo valekirina gundên Bogazkoy û Çamçavuş ji gundiyan re hişyarname şand û ji gundiyan xwest gundan vale bikin.”    GUNDÎ NEÇARÎ SÎRGÛNÊ HATIN KIRIN    Piştî nivîsa hişyarnameyê deriyê bendavê girtin û ji ber bilindbûna avê, gundî neçar man ku gundên xwe terk bikin û li qadekê pêşberî bendavê bi cih bûn. Li qada ku gundê lê bi cih bûn, tu binesazî tuneye û gundî hewl didin bi derfetên xwe yên kêm li vê qadê malan ava bikin. Li gundê Çamçavuş 77 malbat û li gundê Bogazkoy jî 54 malbat diman. Ji ber ku gelek ji wan xanî çênekiribûn, niha di axuran de bi sewalên xwe re dijî û hin ji wan jî di konan de dimîn in. Gundiyan diyar kirin ku dewletê ava û ceyrana gundê wan birin û bi darê zorê şandin sirgûnê.    'DIXWAZIN ME KOÇBER BIKIN'   Ji gundê Çamçavuş Bînnet Pelen, anî ziman ku bi awayekê zanebûn ev bi me kirin û wiha got: “Xwestin me têk bibin û bi darê zorê koçber bikin.”   'EM NIKARIN NAN JÎ BIKIRIN'   Halît Menel ê ji heman gundî jî, da zanîn ku dewletê milkê gundiyan bi 12 hezar TL ji bo xwe bir û wiha axivî: “Mala min li gund hebû. Ji bo hemû mal û milkê min tenê 12 hezar TL dan min. Bi vî pereyî nikarim odeyekê jî bikirim. Ez mirov seqetim. Êdî ez nikarim nan jî bikirim. Me nexwest em gundê xwe vale bikin, lê bi zorê em ji malên me derxistin. Ji ber çêkirina bendavê niha em hemû mexdûrin.”    'BI ZORÊ ME KOÇ KIRIN'   Ayfer Ucungan, Fîgen Ucungan û Atîlla Ucungan jî, anî ziman ku bi darê zorê hatin koçber kirin û wiha  gotin: “Dewletê em dibinê avê de hiştin. Niha tiştekê me tuneye. Zivîstan bi ser me de hat û me mal ji xwe re çênekir. Em gelek mexdûrin. Alavên me yên me bar kirin hemû bûn zibale.  Avê da ser gundê me. Encex me karî em canê xwe xelas bikin. Me nekarî em tiştekê bi xwe re bînin. Hemû tiştên me dibin avê de man. Hemû qenalîzasyona Qersê diherike bendavê. Ji niha de, ji ber bêhnê em nikarin li vê derê bisekinin. Dewletê pêşiya avê girt û ji me re got ‘Aha ji were bendav.’ Sewalên me jî nikarin ava bendavê vexwin. Niha mirov di axuran de bi sewalan re dijîn. Dewleta ku alîkariyê dide hemû kesan, ma nikare alîkariyê bide 70’î malbatan?”   Muhendîs Menal ê di beşeke axur de rûdine jî, da zanîn ku wî di beşeke axur de cihê xwe daniye û wiha bilêv kir: “Di beşekê axur de ez dimînin û di beşa didin de jî sewalên min dimînin. Tu dahatiyek me tuneye. Maeşê min tuneye. Em perîşan bûne, bê av û birçî man. Êdî tu milk û malê me nema. Ger edaleta dewletê ev be, bila xelî li ser vê edaletê be."      MA / Adnan Bîlen