Aykol: Em nafikirin ku ji cihê xwe herin cihek din! 2018-11-04 10:10:34   ENQERE - Rojnameger Huseyîn Aykol ê 63 doz derbarê wî de hatin vekirin û îhtîmala bê girtin heye, diyar kir ku nûçeyên wan weşandine, dadger jî nikarin bêjin “derewin” û got: “Em dizanîn kar û xebata me rast û meşrûye. Ji ber vê em ê tu carî ji cihê xwe neçin cihek din.”   Hevgerînendeyê Weşana Ozgur Gundemê yê berê rojnameger Huseyîn Aykol ê 63 doz derbarê wî de hatin vekirin û di hefteya derbasbûyî de jî bi îdîaya “Heqaret li Serokkomar kirin” salek û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, diyar kir ku 43 salin rojnamegertiyê dike û wiha axivî: “Dinava 29 salan de, hejmara weşan û saziyên çapemeniya azad gehiştin 51’an. Wan 51 rojnameyên me girtin, bombe kirin, hevalên me girtin, şandin sîrgûnê, lê dîsan jî me rojnameya xwe derxist û em hîna jî derdixin.    Rojnameger Huseyîn Aykol berî hefteyekê, ji ber “Heqaret li Serokkomar kirin” salek û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û ger ev cezayê wî bê erêkirin, dê bikeve girtîgehê. Aykol ê 43 salin rojnamegertiyê dike, heya berî du salan jî tenê 3 dozên wî hebûn û di du salên dawî de hevjar dozan her ku zêdetir bûn û derket 63 dozan.     Aykol, anî ziman ku dozek ji ber Gerînendeya Giştî derbarê wî de hat vekirin û wiha got: “Ji ber ku me nûçeyên desthilatdariyê aciz dikin çêkirin doz derbarê me de hatin vekirin. Doz derberê min, midûrê karê nivîsê û hevgerînendeya giştî ya weşanê Eren Keskîn de hatin vekirin. Dozên Eren Keskîn ji yê min zêdetirin. Yên wê 143 dozin. Derbarê 100 kesên navên wan ji bo piştevaniyê hatibûn nivîsandin de nêzî 70’î doz hatin vekirin.”   ‘JI BO NÛÇEYÊN ME NIKARIN BÊJIN DEREWIN’   Aykol, da zanîn ku sûcdariyên li ser wan bê mafin û wiha bilêv kir: “Ji ber ku tişta em dibêjin propagande hinekê derewe, nepixandin û tişta nebûyî, weke bûyî nîşandan e. Lê tu dadger ji bo nûçeyên me nikarin bêjin ‘şaşin’ an jî ‘derewin.’ Tenê dibêjin ‘raste ev bûyer çêbû, lê hûn dema dinivîsin dewletê biçûk dikin.’ Ger maşîneyek zirxî zarokekê biperçiqîne, ev nûçeye û emê nûçeyên wê çêbikin. Bêguman emê nûçeyên kuştin, birîndar kirin û binpêkirina mafên mirovan bikin nûçe. Bi taybetî piştî 15’ê Tîrmehê rêze doz derbarê rojnamegeran de hatin vekirin. Erka desthilatdariyê ew bû ku bi FETO re têbikoşe. Lê ev nehat kirin. Herî zêde êrîşî Kurdan, çepgiran, sosyalîstan, mirovên li dijî desthilatdariyê derketin û saziyên çapemeniyê kirin.”    ‘DIBE KU 50-60 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ BIDIN MIN’   Aykol, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dosyeyên min kirin yek û niha danişînên 5-6 dozên min berdewam dikin. Dibê ku 50-60 sal cezayê girtîgehê bidin min. Heya niha 3 sal û 8 meh ceza dabûn min û herî dawî jî salek û 9 meh cezayê girtîgehê dan min. Cezayên min ên hatine taloqkirin hene. Ji dosyekê jî cezayê pere dan min. Meh bi meh min ev pere da. Ji 6 salî zêdetir cezayê min ê girtîgehê heye. Niha li dadgeha îstînafê ye û dibê ku her kêlî bê erêkirin. Dibe ku her kêlî min bibin girtîgehê? Gelek dozên derbarê min de hatin vekirin hîna bi encam nebûne. Ji ber ku kesên  derbarê min de doz vekirin niha  ji dozên FETO tên darizandin. Gelek ji van an di girtîgehan dene yan jî qaçaxin.”   ‘LI WELAT DI HER REWŞEK NE BAŞ DE DOZ VEDIKIN’   Aykol, destnişan kir ku piraniya dozên derbarê rojnamegeran de, ji ber “heqaret li serokkomar kirinê” hatin vekirin û ev tişt bilêv kirin: “Piraniya dozan ji ber ‘propagandeya rêxistinê kirin’ û ‘heqaret li serokkomar kirin’ hatine vekirin. Bi van her du sûcariyên cuda me didarizîn in.”     ‘EZ SERBILINDIMS’   Aykol, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê rojnamegertî kirin berdewam bike. Em çapemeniya azad jî mîna gelek beşên dinava civakê de, rastî êrîş û zextan tên.  51 rojname girtin û bombe kirin. Hevalên me kirin girtîgehan, şandin sirgûnan, kuştin û îşkence kirin, lê dîsan jî me rojname derxist. Cezayên girtîgehê êdî ji bo me pir sivik tên. Ji ber ku em vana vedibejin em serbilindin. Hevalên me yên di vê rêyê de hatin qetilkirin hene. Em dizanîn kar û xebata me rast û meşrû ye. Ji ber vê em nafikirin ku tu carî ji cihê xwe biçin cihek din.”