Nêzî nêviyê nifûsa vê bajarokê tê darizandin 2018-11-04 09:16:26   ŞIRNEX - Li bajaroka Tilqebînê ya navçeya Silopiyê ku betalî zêde ye, hema bêje ji ber cixareyên "qaçax" ji her malbatê kesek an jî çend kes girtîne an jî tên darizandin.    Li Şirnex û navçeyên wê, welatî ji bo debara xwe bikin cixareyên qaçax ji Herêma Kurdistana Federe tînin, lê belê ji ber vê welatî tên cezakirin. Welatiyên ku li bajarê wan kar tune ye û ji mecbûrî vî karî dikin, an tên girtin an jî cezayê pereyî li wan tên birîn.    ZÊDETIRÎ 10 HEZAR KES TÊN DARIZANDIN    Li gor salên berê, niha li bajêr kontrol zêde bûye û tê texmînkirin ku li bajêr zêdetirî 10 hezar kes tên darizandin. Her wiha tê diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hejmara kesên ji ber cixareyan hatine girtin zêdetirî 700 kesî ye. Li bajêr herî zêde jî li Silopiyayê kes tên girtin an jî darizandin.    JI HER MALBATÊ KESEK GIRTIYE!    Bi taybetî jî li bajaroka Tilqebînê, hema bêje ji her malbatê kesek girtiye an jî gelek kes tên darizandin. Bi giştî nifûsa bajaroka ku nêzî sînor e 7 hezar e. Li Tilqebînê sirf ji ber çend karton cixare anîne gelek kes hatine girtin. Ji ber li bajarokê tu kar tune ye, malbatên xizmên wan hatine girtin jî nikarin debara xwe bikin, cînarên wan alîkariya wan dikin.