Ji bo parlementerên girtî tenê biryara DMME'yê maye 2018-11-04 09:07:55   AMED - Parêzer Reyhan Yalçindag, destnîşan kir ku siyasetmedarên kurd ji ber kiryarên ku di qanûnê de ne sûc in girtî ne. Yalçindag, got wan ji bo hevserokên giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û 7 parlementerên girtî serî li DMME'yê daye û wê di demeke nêz de der barê serlêdana wan de biryar bê dayîn.    Di 4'ê Mijdara 2016'an de hevserokên giştî yê HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê û 11 parlementer hatin girtin. Parêzer Reyhan Yalçindag ku dosyeyên parlementerên girtî dişopîne, pêvajoya ku 2 sal berê rû da nirxand.    SERÎ LI DMME'YÊ DAN    Yalçindag, destnîşan kir ku piştî rêyên hiqûqa navxweyî xitimîn wan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye. Yalçindag, wan ji bo tazmînat û berdanê serî li DMME'yê daye û DMME'yê doza parêziyên li Tirkiyeyê kiriye û Tirkiye jî parêziya xwe şandiye. Yalçindag, destnîşan kir ku ew li bendê de ku DMME di demeke nêz de biryara der barê dosyeyên Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, parlementerên berê Nîhat Akdogan, Abdullah Zeydan, Selma Irmak, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Îdrîs Balûken û Çaglar Demîrelê de bide.    Yalçindag bi bîr xist ku di ser girtina parlementeran re 2 sal derbas bûn û got: "Îktîdarê muxalefet nexwest û 4'ê Mijdarê pêk hat. Ne darazeke ku siyasî bûye, siyaseteke ku kirasê darazê li xwe kiriye heye. Tiştên giran rû dan. Qanûna bingehîn zelal bû. Dibêje, destnedayîn li gor hin pîvanan tê betalkirin. Betalkirina destnedayînê disipêrên madeyeke qanûna bingehîn, lê belê dîsa jî pêvajo bia wayekî zêde siyasî bû û hiqûq hat eciqandin."    Yalçindag, diyar kir ku armanca evan girtina li dijî hêviya ku ji bo çareserkirina demokratîk hêşîn bûbû pêk hat û got: "Bi vî awayî 4'ê Mijdarê pêk hat. Qeyûm tayînî 96 şaredariyan kirin. 53 hevşaredar girtî ne. Tevî hevserokên giştî Demîrtaş û Yuksekdagê 9 parlementer di girtîgehê de ne."    'HIQÛQA DIJMINAHIYÊ'    Yalçindag, destnîşan kir ku tiştên pêk hatin hem derî hiqûqa navxweyî hem jî derî ya DMME'yê ne û vê yekê şiband "hiqûqa dijminahiyê". Yalçindag got: "Hiqûqa dijminahiyê çawa pêk tê? Niha siyasetmedarên kurd ji ber kiryarên di qanûna cezayî tune ne girtî ne. Loma em vê yekê wekî hiqûqa dijminahiyê pênase dikin. Me di dadgehan de jî got û me di dema darizandinê de jî got. Çimkî wekî din navekî wê tune ye."    DARIZANDINEKE ENGÎNAZÎSYONWARΠ   Yalçindag, bilêv kir ku tekane sûcê parlementer û hevşaredarên girtî ew e ku fikrên xwe anîne ziman û got: "Di evan dosyeyan de, bi tu awayî eleqeya şidetê û parlementerê me nehatiye dîtin. Ji xeynî darizandinê tiştekî girîng heye, ew jî çapemenî ye. Niha parlementerên me bi awayekî engîzîsazyonwarî tên darziandin, tên krîmînalîzekirin, girtin û cezakirin û dixwazin bi vî awayî tiştekî neqlî hafizeya welatiyan bikin. Ev yek di dema bûyerên 6-8'ê Cotmehê de jî hat kirin."    'TENÊ BIRYARDAYÎN MAYE'    Yalçindag, destnîşan kir ku Dadgeha Qanûna Bingehîn 5 sal berê der barê parlementer Engîn Alan, Mûstafa Balbay, Selma Irmak, Kemal Aktaş, Îbrahîm Ayhan, Gulser Yildirim û Faysal Sariyildiz de biryar dabû, lê belê niha ji bo parlementerên HDP'ê yên girtî heman tişt nayê sepandin û got: "NIha jî li DMME'yê ji bo parlementerên girtî hemû merhale temam bûne, tenê biryardayîn maye. Ji bo biryarê tu asteng li pêşiya DMME'yê tune ne. Bi dereng jî ketiye, lê belê em li bendê ne di demeke pir nêz de biryarê bide." Yalçindag, anî ziman ku wê bê dîtin ku ka betalkirina destnedayînç, binpêkirina rêgeza qedexekirina qanûnê û girtin çi qasî bi kêfî hatine kirin.    Yalçindag, anî ziman di tu fezlekeyên ji bo betalkirina detsnedayînan ji Meclîsê re hatin şandin de tawanbariya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebertiya rêxistinê" tune ye û got: "Hemû fezlek ji ber axaftinan, propaganda û heqareta li serokomar hatine amadekirin."    MA / Aydin Atay