‘Bi pêşnûmaya astengkirina şideta di tenduristiyê de bijîşk cezakirin' 2018-11-04 09:05:00   AMED – Serokê Odeya Tabîban a Amedê Şerîf Demîr, destnîşan kir ku pêşniyara qanûnê ya ku AKP'ê pêşkêşî Meclîsê kiriye ne ji bo astengkirina şideta di tenduristiyê de ye û got: "Bijîşkên tên îxrackirin an jî yên lêpirsîna ewlehiyê derbas nakin, bi tu awayî nikarin li deverên peymana wan bi SGK'ê re tune ye bixebitin. Dê ji ber vê bi hezaran bijîşk betal bimînin."    AKP'ê pêşniyara qanûnê ya ji bo astengkirina şidetê ya di tenduristiyê de berpêşî Serokatiya Meclîsê kir. Lê belê tê diyarkirin ku ger ev pêşniyar bê qebûlkirin û bibe qanûn, dê bijîşkên hatine îxrackirin nikaribin li deverên peymana wan bi SGK'ê re tune ye bixebitinç Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Şerîf Demîr ev yek nirxand.    ARMANCA PÊŞNÛMAYÊ    Demîr, destnîşan kir ku bi vê pêşnûmaya berpêşî Meclîsê hat kirin tê xwestin Rewşa Awarte û sererastkirinên bi KHK'yan tên kirin bidomin. Demîr, diyar kir ku îktîdarê di demên dawî de bi polîtîkayên veguherîna tenduristiyê, kedkarên tenduristiyê tengijandiye. Demîr, got bi vî awayî her diçe şideta di tenduristiyê de zêdetir dibe û gelek hevalên wan dimirin.    ‘WÊ LI ŞÛNA QEREQOLÊ WAN BIBIN DOZGERIYÊ'    Demîr, diyar kir ku Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî pêşnûmayeke ji bo qanûnê amade kiriye, lê belê pêşnûmaya TTB'ê daxilî pêşniyara qanûnê ya hat berpêşkirin nehatiye kirin. Demîr got: "Ya didin ber me ev e; Dema di tenduristiyê de şidet rû bide, dê kes ji dêvla qereqolê bibin dozgeriyê. Wekî ku ev çareserî be tê berpêşkirin. Em li bendê bûn ku ji bo astengkirina şidetê samimiyetek hebe, lê mixabin tune ye. Berê jî dema şidet rû dida, kes dibirin qereqolê û berdidan. Yanî bi tu awayî mueyîdeyeke cezayî tune bû, niha jî madeyek ji ji bo vê yekê tune ye."    Demîr, destnîşan kir ku beriya her tiştî divê îktîdar dev ji pergala tenduristiyê ya li ser asasên bazirganî û qezencê berde. Demîr bal kişand ser 5 madeyên pêşnûmayê û got: "Dê bi vê madeyê bijîşkên ku bi KHK'yan hatine îxrackirin an jî lêpirsîna ewlehiyê derbas nekirine, dê nikaribin li deverên peymana wan a bi SGK'ê re tune ye bixebitin. Bi hinceta ewlehiya lêpirsînê dê bi hezaran bijîşk betal bimînin. Bi awayekî neheq û derî hiqûqê di şevekê de tu navê xwe di rûpelekê de dibînin û ji karê xwe dibî. Tew bi ser de jî dibêjin 'em ê nehêlin tu li tu deverê jî bixebitî.'"    TASFIYEKIRINA TTB'Ê    Demîr, anî ziman ku armanca vê pêşnûmayê ew e ku saziyên tenduirsstiyê, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên demokratîk bitepisîne û odeyên bijîşkan, Yekîtiya Bijîşkên Tirk û bijîşkên diranan tasfiye bike. Demîr, destnîşan kir ew li dijî bazirganiya di tenduristiyê û polîtîkayên veguherînê ne û ew ê ne vê pêşnûmayê ne jî van cezayan qebûl bikin.    Demîr, anî ziman ku divê demildest dev ji vê pêşnûmayê bê berdan û ji bo tenduristiyeke baş a civakê û xizmeteke baş divê hevdîtin bi rêxistinên pîşeyî û rêxistinên tenduristiyê re bên çêkirin ku pirsgirêkê bê çareserkirin.    MA / Esra Solin Dal