Heyeta Emerîkî nûçegihana ANHA li nexweşxaneyê ziyaret kir 2018-11-03 16:47:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta Emerîki ku di navde emdomê Koalîsyonê William Robak jî hebû nûçegihana ANHA Gulîstan Mihemed ku duh li Girê Spî bi guleyên eskerên TSK'ê birîndar bû, li nexweşxaneyê ziyaret kir.    Duh dema nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Gulîstan Mihemed û Ibrahîm Ehmed li taxa El-Minbetih a rojhilatê bajarê Girê Spî êrîşên eskerên TSK'ê yên li dijî herêmê dişopandin, rastî gulebaranê hatin û birîndar bûbûn. Gulistan û Îbrahîm li nexweşxaneyê dermankirina wan didome. Heyeta Emerîkî ku di navde Nûnerê Sereke yê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ`ê yê Sûriyeyê William Robak jî hebû, nûçegihana ANHA Gulîstan Mihemed li Nexweşxaneyek taybet a Minbiçê ziyaret kir. Gulîstan Mihemed ji duh ve li nexweşxaneyê di çavdêriya awarte de ye û rewşa nûçegihanê me Ibrahîm Ehmed baş e. Robak di serdanê de hêvî kir ku Gulîstan Mihemed di demeke nêz de baş bibe û vegere karê xwe û wiha got:"Em baş girîngiya çapemeniyê û rola wê di sekinandina şeran de dizanin, em ê rastiya heyî ji aliyên pêwendîdar re eşkere bikin."