‘Navê zarokên xwe jî ji bîr kirin e’ 2018-11-03 16:44:14   STENBOL - Di çalakiya Rûniştina F a bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, tê li darxistin de, hat xwestin ku girtiya nexweşîna wê giran dibe Sîse Bîngol a 78 salî, bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca berdana girtiyên nexweş di hefteya 345'emîn de çalakiya "Rûniştina F" xwest li Qada Galatasarayê berdewam bike. Lê polisan destûr nadan ku xizmên girtiyên nexweş û ÎHD li qadê daxuyaniyê bidin. Ji ber astengiyên polîsan çalakî li ber avahiya şaxa ÎHD’ê pêk hat. Pankartên bi îngîlîzî û tirkî "Girtiyên nexweş serbest berdin" û "Girtiya nexweş Sîse Bîngol berdin" bi şibakeya ÎHD'ê ve daliqandin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Taylan Bekîn daxuyaniya vê heftê da.    Bekîn, diyar kir ku piştî fermiyeta pêkanîna OHAL’ê, tiştek ne guherî û wiha got: “Li girtîgehan binpêkirin zêdetir bûn û mafê tenduristiyê tê astengkirin. Di demên dawî de zextên li ser girtiyan zêde bûne. Hejmara li ser piyan ferzî girtiyan dikin û îşkenceyên giran li girtiyan dikin.”   ‘NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎN E’   Bekîn, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Sîsê Bîngol a 78 salî û wiha bilêv kir: “Sîse Bîngol mehek berî bikeve girtîgehê krîza dil derbas kir. Tedawiya wê di nivî de ma. Pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî. Ligel ku rapora wê ya nikare di girtîgehê de bimîne jî heye, lê Wezareta Dadê guh nade raporê. Hevalên Sîse Bîngol ê di girtîgehê de pêdiviyên wê pêşwazî dikin. Hevalên wê yên girtîgehê kincên wê dişûn û lê mêze dikin. Sîse Bîngol di 4’ê Cotmeha 2017’an de bêyî ku agahî ji bo malbata wê bê dayîn sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dikin. Piştî hefteyek şûn de rayedarên girtîgehê agahî didin malbatê. Di ringê de sê dihêlin. Ji ber ku girtîgeha lê dimîne durî malbatêye, ev demek dirêje malbata xwe nabîne. Divê bi lezgînî bê berdan. Êdî navê zarokên xwe jî ji bîr kirin e û her ku diçe rewşa wê xerabtir dibe.”   Bekîn, da zanîn ku ew dixwazin dayika Sîse û hemû girtiyên nexweşîna giran bên berdana.”    Piştî axaftina Bekîn, daxuyaniya çapemeniyê bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.