Nivîskar Mehmet Akdogan ji bo xwînêran pirtûka xwe îmze kir 2018-11-03 16:42:01 WAN - Nivîskar Mehmet Akdogan, li Wanê bi xwînêrên xwe re hatin gel heve û pirtûka xwe ji bo wan îmze kir Ji bo danasîna pirtûka “Bayê Cîlo” ya Nivîskar Mehmet Akdogan, li Pirtûkxaneya OMEDYA ya li Wanê roja îmzeyan hat organîze kirin. Ev pirtûka dawî ya Akdogan di weşanxaneya J&J de hat çapkirin. Xwînêran eleqeyek mezin nîşanî pirtûkê. Nivîskar Akdogan yek bi yek pirtûkên xwînêran îmze kirin û bersiva pirsên wan dan.