Şahos Hesen: Yekîtiya axa Sûriye bi van êrişan nayê parastin 2018-11-03 13:39:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen têkildarî êrîşên TSK'ê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku heger sînorek ji êrîşên TSK'ê re neyê dayîn wê li dijî şerê tinekirina DAIŞ bandorek mezin bike û li dijî çareseriya pirsgirêka Sûriyê bibe asteng u aloziyê zêde bike.    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), têkildarî êrîşên TSK'e yên li dijî herêmê ji Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Murada Kenda re axivî. Şahoz Hesen têkildarî êrîşên TSK'ê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku heger sînorek ji êrîşên TSK'ê re neyê dayîn wê li dijî şerê tinekirina DAIŞ bandorek mezin bike û li dijî çareseriya pirsgirêka Sûriyê bibe asteng u aloziyê zêde bike. Hesen, ewil anî ziman ku TSK eşkere dijminatiya xwe li hember Rojava ye Kurdistanê û herêmên demokratîk yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha got: “Bi rasthatina hemleya dawî ya şerê li dijî DAIŞ’ê û salvegera piştgiriya roja Kobanê a cîhanê de ev êrîşên dewleta Tirk bi plan û zanebûn tên kirin. Li Bakur û Rojhilate Sûriyê aşitî, aramî, jiyana hevbeş û azadiya gelan di asta bilinde ye.  Dewleta Tirk a dagirker li dijî wê tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê tehamûl e û dixwaze vê tecrûbeya demokratîk têk bibe. Nêzîkatiya dewleta Tirk nijadperest û yekperest e. Li gorî zagonên navnetewî êrîşên dewleta Tirk sûcin. Li Efrînê jî ev bi awayek vekiriya xûyabû. Dewleta Tirk a dagirker siyaseteke qirkirinê, gûhartina demografîk, tecawuz û dagirkerî li ser esasê tinekirina gelê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazên qirêj êrîşî herêmen rizgarkirî dike.”   ‘HEDEFGIRTINA LI DIJÎ SIVÎLAN XETEREK MEZIN E'    Şahoz Hesen, bal kişand ser pêvajoya berxwedana Kobanê û parastina li dijî DAIŞ'ê û wiha berdewam kir: “Berdewamiya pêvajoya tinekirina DAIŞ îro li Derazorê didome.  Dewleta Tirk a dagirker tinebûna DAIŞ naxwaze û hewild dide ku DAIŞ’ê ji rewşa xeter derbixe. Siyaseta dewleta Tirk li ser qirkirina gelan li pêş dikeve û ji bo vê jî rojnemavan, jin û zarok tên hedef girtin. Li dijî DAIŞ’ê  hemû gelên Sûriyê bûne yek û li berxwe dan. Niha jî berxwedan û têkoşîna gelan li hember dagirkirina Efrîn û Rojava ye Kurdistan û Bakurê Sûriyê de  didome.  Êrîşên dewleta Tirk a dagirker; hêz, yekitî, armanc, berxwedan û têkoşîna me xurttir dike. Li her çar parçeyên Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker zarok û jina hedef digre. Dewleta Tirk siyasetekê hovîtî, qirêj, li dijî mirovahiyê dide meşandin û bi hişmendiya DAIŞ’ê tev digere. Hedefgirtina dewleta Tirk ji sivîlan re rewşekî cidî û xeter e.”   'DIVÊ HER KES LI DIJÎ ÊRÎŞA TIRKIYE RAWESTE'    Şahoz Hesen, herî dawî êrîşên Tirkiye yên li dijî herêmê jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Divê Tirkiye van êrîşan rawestîne. Divê her kes li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike û wiha bi dawî kir: “Tirkiye di propagandaya xwe de dibêje ku hêzên bakukê suriyê êrîşî me dikin. Ev gotinên wan ji rastiyê dûr in. Ya rast ew e ku ew êrîşî gelê me dikin.  Îspatê we jî şahadeta sivîlan e.  Bêdengiya dewletan ji dagirkeriyê re nayê qabûlkirin. Têkildarî êrîşên dewleta Tirk de Fransa daxuyanî da. Dayîna daxûyaniyan girîng in, lê pêwîstê helwestên tund ku yên pêşiya êrîşan bi girin bên dayîn. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker binpêkirina hemû hevpeymanên navnetewî li hember DAIŞ’ê ne.  Ji ber ku ev  hevpeyman li ser esasê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatibûn çêkirin. Pêwîste hêzên navnetewî bi berpirsyartî û bi biryareke zelal ji bo parastina herêmên rizgarkirî xwedî helwest bin. Erdogan dixwaze tola DAIŞ’ê rabike. Her tim yên ku alikarî û piştgiriya DAIŞ’ê kiriye dewleta Tirk e. Êrîşên ku niha dewleta Tirk  li hember Bakurê Sûriyê li pêş dixe hebûna DAIŞ diparezê.  Ev ji bo mirovahiyê rewşekê xeter e. Heger sînorek ji êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk re neyê dayîn wê li dijî şerê tinekirina DAIŞ bandorek mezin bike. Her wiha li dijî çareseriya pirsgireka Sûriyê alozî û tevlihevî we derbikeve. Rojane hin berpirsyarên Rûsya û rejîma Sûriyê daxuyaniya didin û dibejin gerek yekparçebûna axa Sûriyê were parastin.  Lê dewletekî wekî Tirkiyê êrîşî axa Sûriyê dike mixabin rejîma Sûriyê tu helwestî nîşan nade.  Ev jî nîşan dide ku yan dewleta Tirk û rejîma Sûriyê têkildarî êrîşên li ser Sûriyê giştî lihev kirine yan jî ev êrîş li hesabê rejîma Sûriyê tê.  Bi van şêwazan serweriya Sûriyê naye parastin. Dagirkerî di qanûnên navnetewî de sûcin. Pêwîstê rejîma Sûriyê derhaqê sûcê ku dewleta Tirk dike de doz veke û bi erkên xwe rabe. Lê berovajî vê Rejîma Sûriyê tu helwest li dijî êrîşan diyar nake û çavên xwe ji êrîşan re digre. Her wiha rejîma Sûriyê bi van nêzîkatiyaên xwe zemîn ji êrîşên dewleta Tirk re ava dike. Îradeya siyasî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hatiye merheleyeke ku di nav pêvajoya çareseriya aloziya Sûriyê de cihê xwe bigre. Lê êrîş û xeteriyên mezin  li ser sîstema Netewa Demokratîk hene. Ji bo wê jî, deskeftiyên ku heya niha me bi dest xistine ku em bi karîbin li hember hemû êrîşan; bi têkoşîn û berxwedaneke mezin bi parêzin wê demê emê çareseriya qeyranê jî mîsoger bikin.”