Desteya Giştî ya ÎHD’ê dest pê kir: Derfet çi dibin bila bibin dê gel qezenc bike 2018-11-03 13:25:35 ENQERE - Hevserokê Giştî Ozturk Turkdogan, di Kongreya Giştî ya ÎHD’ê de axivî û got: “Derfet çiqasê xirabin bila bibin, desthilatdar çiqasê bixwazin xwe bidin jiyîn, bila bidin jiyîn, lê di dawiyê de dê gel qezenc bikin. Hevseroka Giştî Eren Keskîn jî, got ewê tu carî dest ji têkoşîna mafê mirovan bernedin. Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), 19’emîn Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî li Salona Konferansê ya Naveda Piştevanî û Çandê ya Haci Bayram Velî li dar xist. Pankartên “Ji qanûna daîmî kirina OHAL’ê re na”, “Tecrîtkirin îşkenceyê, ji tecrîtê re êdî bese”  û “Pêdiviya vê erdnîgariyê bi aştiyê heye û aştî hê niha” bi salonê ve hatibûn kirin. Ligel delegeyan, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û Dayîkên Aştiyê beşdarî kongreyê bûn.     Piştî deqeyek rêzgirtinê, dîwan hat hilbijartin û parêzvanê mafê mirovan Akin Bîrdal axaftina vekirinê kir.    'EM MAFÊ MIROVAN DIPARÊZIN'   Hevserokê Giştî Ozturk Turkdogan, piştî Bîrdal axivî û wiha got: “Di sala 70’yemîn a Beyanameya Mafê Mirovan a Gerdûnî de, mixabin li Tirkiyeyê û cîhanê, mafê mirovan weke amûran tê bi kar anîn. Piştî 32 salan em dîsan di serdemeke hişk û desthilatdara de mafê mirovan diparêzin. Emê parastina mafê mirovan berdewam bikin. Dinava 32 salan de çawan ku me mafê mirovan û demokrasiyê parast emê ji vir û şûn de jî vê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di dema OHAL’ê de rejîma desthilatdar hat avakirin. AKP bi vê rejîmê bîrdoziya fermî ya dewleta neteweya Tirk dide jiyîn.”    'GEL DÊ QEZENC BIKIN'   Turkdogan, anî ziman ku  derfet çiqasê xirabin bila bibin, desthilatdar çiqasê bixwazin xwe bidin jiyîn, bila bidin jiyîn, lê di dawiyê de dê gel qezenc bikin û wiha bilêv  kir: “Desthilatdariya siyasî ji bo 3 salan OHAL dirêj kir. Niha Tirkiye bi OHAL’ê tê birêve birin. Li girtîgehan îşkence gihaye asta herî jor. Ger em behsa girtîgeha Îmraliyê nekin nabe. Tecrîtek giran li ser Abdullah Ocalan heye. Divê ev tecrît bi dawî bibe. Mafên siyast kirinê, civîn û çalakî li darxistin pir zêde tên îhlalkirin. Van zextan jî bi destên darazê dikin. Dest danîn ser 94 şaredariyên DBP’ê. Kesên bi vîna gelê Kurd hatibûn hilbijartina kirin girtîgehan. Girtina Parlamentera HDP’ê Leyla Guven nayê qebûl kirin.”   ‘EMÊ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’    Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn pişt re axivî û diyar kir ku têkoşîna wan dê tu carî bi dawî nebe. Keskîn, anî ziman ku  hemû serdem jî pir zorin û wiha bilêv kir: “Lê ev serdem pir cudaye. Li Tirkiyeyê her tim me wiha dît. Dewleta xuye dike û dewleta xuya nake. Îro rewş pir cudaye. Di serdemên derbas bûyî de hikûmetên koletî ji dewleta kur re dikirin hebûn. Lê niha bi AKP’ê re hêzeke hatî avakirin heye. Bi taybetî piştî tesfiyekirina cemaetê, ev hêza kûr bi Erdogan û AKP’ê re li hev kirin. Em necarin vê lihevkirina kûr tespît bikin. Ji ber vê karê me hinek zore. Di têkoşîna mafê mirovan bi rêve birine de mirov koletiyê nake. Ji xwe ya herî xweş eve. Gotina ez mafdarin, hêzê dide mirovan. Di demên herî zor û zehmet de jî me koletî nekir. Hemû sazî girtin. Lê nekarîn me bigirin. Hêzeke me ya wisan mezin heye ku dikare li hemberî darbeyên leşkerî serî hil de. Ji ber vê em hêza xwe baş zanibin. Sûcê herî mezin ê vê sedsalê, li ser vê erdnîgariyê hat kirin. Di sala 1915’an de gelên Sûryanî û  Xiristiyan hatin qetilkirin. Em behsa Komarê jî dikin. Ev şoreşeke. Ji ber vê em rewşa dijwar a Komarê dijîn.”   Kesekên di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêxistinên muxalîf di nava xwe de du standardî dikin. Mînak, di havîna derbas bûyî de jinekê şort li xwe kiribû li Stenbolê rastî êrîşê hat. Em hemû jin rabûn ser piyan. Lê di demek pir nêz de cenazeyê şilftazî yê Ekîn Wan xwestin teşhîr bikin. Lê me heman bertek nîşan neda. Em weke ÎHD’ê vê du standardiyê rexne dikin. Divê em qebûl bikin ku em hîna jî  dişibin desthilatdaran. Em têkoşîna vê yekê didin. Divê me nava xwe jî demokratîk bikin.”     Kongreya Giştî bi nîqaşan berdewam dike.