ÎRA: Di cotmehê de 42 rojnameger hatin darizandin 2018-11-03 13:19:10   AMED -  Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora cotmehê aşkere kir. Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan, diyar kir ku 172 rojnameger girtî ne û di Cotmehê de 15 rojnameger hatin binçavkirin û 42 rojnameger jî hatin darizandin.    Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora cotmehê bi çapemeniyê re parve kir. Di civîna çapemeniyê de Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan û Edîtora Ajansa Jin (JINNEWS) Roza Metîna amade bû. Di civînê de daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Berdevkê ÎRA Hakki Boltan, diyar kir ku 172 rojnameger girtî ne û di Cotmehê de 15 rojnameger hatin binçavkirin û 42 rojnameger jî hatin darizandin.  Boltan, ewil Kuştina Cemal Kaşikçi yê Rojnameger ê di 2’yê Cotmehê de li Stenbolê di Sefaretxaneya Erebîstana Siûdî de het kuştin şermezar kir û wiha got: "Em dixwazin ku kujer û hemû şirîgên kujeran bên ditin û li pêşberî dadgehê bên darizandin. Em ji ber ku di doza Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Kadrî Bagdu girtin û di 14’ê Cotmeha 2014’an de li taxa Ova ya Navçeya Seyhana Edeneyê hat qetilkirin de tu pêşketin pêk nehatiye şermezar dikin. Ji bo ku li gel li xwe mikurhatine Servet Koç ê endamê DAIŞ’ê jî doz nehat zelalkirin em dibêjin ku ev helwest helwesta astegkirina hişmendiya siyaseta desthilatdariyê ye."   JI MAMOSTE QEDRÎ KAYA RE SERSAXÎ XWEST    Boltan, Midûrê Herêma Amedê yê DÎHA Kadrî Kaya jî bibîr anî û wiha berdewam kir: "Di roja 29’ê Cotmehê de kedkarê mezin û mirovê pîroz ê Çapameniya Azad Mamoste Rojnameger Kadrî Kaya  ji ber nexweşiya bê eman jiyana xwe ji dest da û çû ser dilovaniyê. Em ji ber wefata Rojnameger Mamoste Kadrî Kaya ji Malbata Kaya re, ji malbat, kedkarên Çapameniya Azad û hemû dost û hezkarên Kaya re sersaxiyê dixwazin."     KUŞTINA KAŞIKÇI ŞOLÎ KIRIN   Boltan, bal kişand ser polîtîkaya li ser kuştina Kaşiçki û wiha berdewam kir: "Ligel kujerên Rojnameger Cemal Kaşikçî dihat zanîn jî ji ber nakokiyên neteweyî û pevçûnên li herêmê kirin kaos û şolî kirin. Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan got “Di destê me de belge hene. Lê em lez nakin. Ger ku wexta wê hat em dê aşkere bikin." Li şûna bi lez û bez ev mijar ronî kiribûna û lêpirsina îdarî û hiqûqî dabûna destpêkirin, lê hêj gelek pirs bên bersîv mane û der barê pêvajoya darizandinê de cemawerî nehatiye ronîkirin. Ev jî nîşan dide ku cînayet kirine bazara navneteweyî. Ev yek bêtir me dixe nava fikaran.  Helwesta li dijî rojnamegeran a li gor hesabên desthilatdariyê û dîsa birîna cezayan a li rojnamegeran wek êşa reş tê bikaranin. Êdî medya muxalefet nikare li Tirkiyê frekansa uydiyê bikire û weşanê di ser uydiyê de bike. Ji ber zama bê hed û hesab a li ser kaxit jî bû sedem ku her roj di mendya nivîskî de jî rojnameyek bê girtin. Siyaseta cezayê ya li rojnamegeran tê birin jî di nav heman helwestê de zêdetir dibe. Hin rojnameger “cezayê kontrola edlî” li wan tên birîn û derfetê nivîsandinê ji destê wan tê derxistin. Hinekan bi cezayê pereyan çavtirsî dikin. Gelek rojnameger li ber deriye dadgehan tên bêzarkirin. Hevpîşeyên me yên girtî li ser ên derve wek zext û gefek tên bikaranîn. Li gel hemû zor û zehmetiyan hevpîşeyên me yên ku kar jî dikin bi serdagirtina mal û cihê wan ên xebatê gef li wan dixwin û dixwazin wan bitirsînin. "     Boltan herî dawi daneyên Cotmehê jî parve kirin û wiha got:    "* 172 rojnameger girtîne  * 15 rojnameger hatin binçavkirin  * 1 rojnameger hat girtin * 1 rojnameger doz lê hat  vekirin  * 42 rojnameger hatin darizandin * 5 rojnameger bi 12 sal 6 meh û 27 rojan  hatin cezakirin  * 1 rojnameger hat kuştin  * 1 rojnameger hat sirgunkirin  * 2 rojnameger hatin berdan * 6 rojnameger ji kar hatin derxistin    Em Înînîsyatîfa Rojnamegerên Azad dibêjin ku hemû zilm û zora li ser rojnamegeran pêk tê, binpêkirina mafan ya li dijî rojnamegeran bê bidawîkirin, hemû dozên hatine vekirin bên betelkirin û rojnamegerên girtî demildest serbest bên berdan."