Muftiyê Mahsertê wekî qeyûm tayînî şûna muxtar kirin 2018-11-03 12:46:51   MÊRDÎN – Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê 11 muxtar ji peywirê hatin dûrxistin. Li şûna muxtarên navçeyê, Muftî, Midûrê perwerdehiyê, Midûrê Mal, Midûrê Nifûsê yên Mahsertê û endamên Meclisa Şaredariya Mahsertê yên AKP'î wekî qeyûm tayînî şûna muxtarên taxan hatin kirin. Muxtarê Gundê Xirbêbelik Halil Arslan, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku tu cihê vê yekê di ol û baweriyan de tune ye.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 15'ê Cotmehê de li navçeyên Mêrdînê 65 muxtar îxrac kirin û li şûna wan qeyûm tayîn dike. Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê 11 muxtar îxrac kirin u li şuna wan midûrên nifûs, muftî, perwerde û endamên meclîsa şaredariyê yên AKP'î yên mahsertê wekî qeyûm tayîn kir. Wezaretê muxtarên gundê Zehnê, Kurikmetînan, Rekkê, Yestê, Kewarêx, Taqê, Mûdê, Kermêt, Mistinê, Rişwanê, Metinan, Xirbêbelik, Hacya, Xanêsora  û Sada ji peywirê girtin û li şûna wan midûrên perwerde, nifûs, muftî û endamên meclîsê yên AKP'î wekî qeyûm tayîn kir.    AZAYÊN 11 GUNDAN MUXTARÎ RED KIRIN   Qeymeqamê Mahsertê piştî mohrê 15 muxtaran ji destê wan girt, yek bi yek azadên gundan gazî qeymeqamiyê kir. Qeymeqam ji azayan xwest heta hilbijartina 31'ê adara 2019'an muxtariyê bidin ser xwe. Lê azayên 11 gundan ji ber muxtarê gundê wan neheq ji kar hatine dûrxistin muxtarî red kirin. Azayên gundên Zehnê, Kurikmetinan, Taqê û Mûdê jî muxtarî qebûl kirin. Piştî azayên 11 gundan muxtarî red kir Wezîrê Karên Hundir rayedarên dewletê wekî qeyûm tayînî şûna 11 muxtaran kir. Muftî, Midûrê perwerdehiyê, Midûrê Mal, Midûrê Nifûsê yên Mahsertê û endamên Meclisa Şaredariya Mahsertê yên AKP'î wekî qeyûm tayînî şûna muxtarên taxan hatin kirin.    ENDAMÊN AKP'Ê WEKÎ QEYÛM TAYÎN KIRIN   Li muxtarê Gundê Rekkê Midûrê Mal ê Mahsertê Şehmuz Acet, li şûna Muxtarê Gundê Yestê endamê Şaredariyê yê AKP’î Mehmet Hafız Alparslan, li şûna muxtarê Gundê Kewarêxê Midûrê Nufûsê Yê Mahsertê Vedat Onder, li şûna Muxtarê Gundê Kaybetê endamê meclisa Mahsertê yê AKP’î Şehmuz Ozdemir, Muxtarê Gundê Mistînê Midûrê Mal Aydın Orhanlı, Li şûna Muxtarê Rişwanê Midurê Taboyê yê Mahsertê H. Serkan Anbar, li şûna muxtarê Gundê Xirbêbelik jî Miftiyê Mahsertê Muhammet Likoğlu, li şûna muxtarê Gundê Hacya jî Midurê Perwerdehiyê Adnan Çiftçî wekî qeyûm hat tayînkirin. Li şûna muxtarên Sada, Xanêsora û Metinan jî Celil Kaymaz, Abdulkadir Demircan û Şerefhan Kanat hatin tayînkirin.      DI OLÊ DE CIHÊ VÊ YEKÊ HEYE GELO?    Muxtarê Gundê Xirbêbelik Halil Arslan, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku tu cihê vê yekê di ol û baweriyan de tune ye. Muxtarê Gundê Sada Rıfat Otgen, jî anî ziman ku ev yek tu carî nayê qebûlkiriun. Der barê min de heta niha tu lêpirsîn tune. Vîna gel hatiye dagirkirin.     MA / Ahmet Kanbal