Li Êlihê xizmeta ji bo înternet û telefonan hat sekinandin 2018-11-03 09:19:50 ÊLIH - Li Êlihê Turk Telekomê bi hinceta "tahsîsat tune ye", li gelek deverên ku avahiyên cemaweriyê û dibistan jî lê ne xizmeta ji bo înternet û telefonê da rawestandin.  Li Êlihê Turk Telekomê xizmeta dayîna înternetê rawestand. Turk Telekoma ku bi deynên xwe yên krediyê bibû rojev, niha jî bi hinceta budçe tune ye li Êlihê xizmeta înternetê rawestand. Li Êlihê, li Bûlwara Tûrgût Ozalê ku avahiyên walîtiyê û emniyetê lê ne, binavayiya înternet û telefonê ya avahiyên nû yên li vê kolanê û kuçeyên wê hatine çêkirin tune ye. Xwediyên avahiyan projeyên xwe berpêşî Turk Telekomê kirin, lê belê nêzî salekê ye bi hinceta "budçe tune ye" xizmet nayê kirin.    ÎNTERNETA AVAHIYÊN CEMAWERIYÊ TUNE YE    Li gelek taxên bajêr, înternet û xeta telefonê ya avahiyên cemaweriyê û avahiyên nû tên çêkirin tune ye. Li hin deverên Petrolkent û Taxa Cûdiyê stasyonên bazê ên telefonên bêrîkan tune ne. Li Petrolkentê Dibistana Seretayî ya 16'Ê Gulanê li ser erdeke 12 donimî hat çêkirin, lê belê înternet û telefona wê tune ye. Keyayê taxê ebrtek nîşan da û got: "Çaw açêdibe înterneta dibistanekê tune be. Me hevdîtin bi rayedarên Turk Telekomê re çêkir, lê belê dibêjin 'tahsîsat tune ye', loma nikarin çêbikin. Her wiha li avahiyên nû tên çêkirin jî pergala înternet û telefonê nayê çêkirin."    Rayedarên Turk Telekomê diyar kirin der barê mijarê de ew nikarin tiştekî bibêjin. Lê belê me hevdîtin bi endezyarên projeyê re çêkir, diyar kirin ku tahsîsat kêm e û gotin: "Her sal tahsîsat tê veqetandin û li gor wê xizmeta ji bo avahiyan tê dayîn."    MA / Metin Yoksu