Êdî kes nikare penêrê sîrik jî bikire! 2018-11-03 09:18:06 WAN –  Ji ber krîza aborî êdî kes nikare penêrê bi sîrik jî bikire. Penêrfiroşan got: "Ji ber krîza aborî êdî penêrê bi sîrik ê Wanê jî bûye xwarinek luks."  Ji ber krîza aborî êdî kes nikare penêrê bi sîrik ê Wanê jî bikire. Kîloya penêrê bi sîrik bi 30-35 lîreyan e, lê belê ji ber krîza aborî êdî kes nikare bikire. Haci Muhtîllah Coşar ku ji sala 1978'an ve li Wanê penêr difiroşe, diyar kir ku serdema penêrê bi sîrik ê Wanê dest pê kiriye lê belê rewşa karê wan nebaş e. Coşar, anî ziman ku ji ber krîza aborî û betaliyê firotina penêr jî kêm bûye. Coşar got: "Ger mirov nexebitin dê nikaribin pereyan qezenc bikin. Dema pere tune be, dê kes penêr jî nekire. Jixwe her tişt biha bûye. Êdî mirov nikarin kîloyek penêr jî bikirin. Qîmeta penêrê Wanê heye, lê kar tune ye. Ji ber krîza aborî êdî penêrê Wanê jî bûye bereke luks. Ji ber vê êdî karê me jî sekiniye. Ji ber krîza aborî îsal rewşa kar ne tu rewş e. Roj heye ji sibehê heta êvarî em disekinin, lê bêyî serfetihê jî bikin dikanê digirin û diçin malê."    'PATENT JÎ BI KÊR NEHAT'    Mehmet Tahir Aydin jî, êdî tu xêr di penêrfiroşiyê de jî nemaye. Aydin, anî ziman ku TURKPPATENT belgeya tescîlê daye penêrê bi sîrik ê Wanê, lê belê ev yek tesîr li karê wan nekiriye, lê li fîrmayên mezin kiriye. Aydin got: "Berê me penêr difirot Iraqê., lê em niha nikarin. Destûrê nadin em penêr bidin Iraqê. Bi baca gumrukê ev yek qedexe kirin. Êdî wekî berê mirov nikarin penêr bikirin. Her diçe karê me kêmtir dibe. Mişteriyên xwecihî yên Wanê jî kêm bûn. Tenê kesên ji derve tên û turîstên biyanî dikirin. Kîloya penêr 25-30 lîre ye. Êdî mirov bi vî fiyetî jî nikarin bikirin. Par jî fiyet ev bû, lê îsal qaweta mirovan nagihêjê. Ji ber em nikarin tu karî bikin, penêrê gundiyan jî de dest wan de ma. Wexta karê me bisekine, karê gundiyan jî disekine."    Penêrvan Cabbar Karakoyûn jî, diyar kir ku 20 sal in ew vî karî dikin, lê belê ev meheke tu kar nekirine. Karakoyûn, destnîşan kir ku pêldariya dowîzan, şerê li herêmê û krîza aborî zêde tesîr li esnafên biçûk dike. Berê ji ber ziwabûn û nebarîna baranê pirsgirêk çêdibûn, lê belê krîza aborî çênedibû. Lê îsal krîz heye. Ev krîz bi awayekî neyînî tesîrê li me dike, çimkî em ji bêrîka xwe dixwin."    Karakoyîn diyar kir ku êdî ew nikarin penêr bifiroşin Iraqê jî û got: "Tam me digot ê karê me baş bibe, êdî şandina penêr a Iraqê jî zehmet bûye. Baca gumrukê hat zêdekirin. Ji bo kîloyeke penêr 5 lîre bacê dixwazin. Jixwe em nikarin tiştekî bidin Îranê jî. Loma rewşa esnafan ne tu rewş e."    MA / Berzan Guneş